Serokê Partiya Kesk a başûrê Kurdistanê Milko Bazyanî têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û talankirina xwezayê agahî da.
Bazyanî ji RojNewsê re axivî û diyar kir ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li herêma Behdînanê daristan wêran kiriye.
Bazyanî got, “Dewleta tirk par bi rêya şîrketekê li Behdînanê 4 milyon dar birî. Hin herêmên Behdînanê kir mîna çolê. Ji ber vê yekê me li Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê kir. Mixabin tu bersiv ji me re nehate dayin.”