Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Dewleta tirk bi madeyê narkotîkê ciwanan jehrî dike’

Azbay diyar kir ku dewleta tirk a qirker bi polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê ciwanan dikêşe nava narkotîk, tecawîz û ajantiyê û got: “Em bang li ciwanan hemûyan dikin ku xwe bi rêxistin bikin û daxwazên xwe yên mafdar bi ser bixînin, ji bo vê jî têkoşîna rêxistinbûyî bilind bikin."

 

Ji Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Ogûzhan Azbay li ser polîtîkayên şerê taybet ên dewleta tirk ku bi taybetî li Kurdistanê li ser ciwanan dimeşîne, ji ANF’ê re axivî.

Azbay ragihand ku dewleta tirk tu carî dest ji polîtîkayên asîmîlasyon û komkujiyê bernedaye û got: “Lê belê bi taybetî vê dema dawî polîtîkayên şerê taybet girantir kiriye. Li her taxeke Kurdistanê bikaranîna madeyên hişbirinê zêde kiriye. Ciwan ji aliyekî ve li hemberî xizaniyê li ber xwe didin, li aliyê din jî bi narkotîkê re rû bi rû dimînin. Dewleta tirk hewl dide welê li ciwanan bike ku nikaribin bifikirin û nikaribin pêşengiyê ji civaka xwe re bikin. Ji ber ku ciwanê nikaribe bifikire û nikare xwe ji asîmîlasyonê xilas bike, li ber sîstemê jî ranabe. Her ciwanê ku zane çavkaniya xizaniyê çi ye, her ciwanê ku xwedî hişmendiya neteweyî ye, li ber sîstemê radibe. Bi rêya madeyê narkotîkê dixwazin mejiyê ciwanan desteser bikin.

Dixwazin welê li ciwanan bikin ku nikaribin biaxivin, nikaribin hilberînin û nikaribin îtiraz bikin. Ji ber ku dewleta tirk ewqasî giranî daniye ser bikaranîna narkotîkê, temenê bikaranîna narkotîkê daketiye 11 salî. Ev yek tabloyeke metirsîdar e.

Her wiha li Kurdistanê di bin navê cihên civakî de li kafe û parkan fûhûşt ê kirin, firotin têne kirin. Jiyaneke dûrî nirxên çandî, li dijî nirxên gelê kurd û Kurdistanê li jin ên ciwan tê ferzkirin. Me di dema nêz de dît ku nêzîkatiya leşker, polîs û cerdevanan a li jin ên ciwan ên li Kurdistanê fûhûş û zexta xwekuştinê ye. Leşkerên li herêmê têne wezîfedarkirin ji firotina narkotîkê heta bi bûyerên destavêtin û destdirêjiya li jinan weke berpirsyarên gelek bûyeran di raya giştî de têne dîtin. Bi destê leşker û polîsan destdirêjî li jinan tê kirin, kiryar jî mîna Mûsa Orhan ê ku dest avêt Îpek Er û piştre kir ku xwe bikuje, ji xwe bawer in ku wê neyên darizandin û van sûcan dikin. Destavêtina cerdevanan a li Fîrdevs Babat, windakirina Gulistan Dokû bi hevkariya dewlet-emniyetê mînakên êrîşên fîzîkî û şerê taybet e. Li Kurdistanê rewş bi vî rengî ye. Di rewşeke wiha de divê têkoşîna şoreşgerî kêm nebe.”

‘Em ê li dijî şerê taybet têbikoşin’

Azbay diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet herî zêde li hemberî ciwanan tê kirin, lê belê divê ev yek weke pirsgirêka ciwanan bi tenê neyê dîtin û got: “Ciwan wê bi erk û berpirsyariya xwe rabin, mîsyona xwe bi cih bînin, lê belê civak bi temamî divê haya xwe ji van polîtîkayên şerê taybet hebe. Divê her tiştên dewleta tirk baş binirxîne û pêşî li gemarîkirina mejî bigirin. Di vê çarçoveyê de em dixebitin. Li her qada jiyanê bi malbatan, ciwanan û jinan re em li hev kom dibin û hewl didin hişyarîbûnê bixin nava civakê. Xeta berxwedanê di çarçoveya rêxistinbûnê de dinirxînin.”

Azbay anî ziman ku kampanya wan a bi navê ‘Berxwedana bi heybet a li hemberî şerê taybet’ wê heta dawiya meha gulanê dewam bike û got: “Ji roja ku kampanya me destpê kiriye û vir ve şahî, pîknîk û atolye têne lidarxistin. Di van çalakiyan hemûyan de rojeva me nirxandina rêbazên şerê taybet û têkoşîna li hemberî vî şerî ye. Nîqaşên me yên navxweyî jî bi vî rengî ne. Bêyî navberê bidin karê me wê dewam bike. Tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal em ê li dijî şerê taybet têbikoşin.”

Em bang li ciwanan hemûyan dikin ku tevlî têkoşînê bibin’

Di dawiya axaftina xwe de Azbay bang li ciwanan hemûyan kir ku li nava Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk xwe bi rêxistin bikin û got: “Her kes pê zane ku ev desthilatdarî ji bo parastina desthilatdariya xwe her gavê wê êrîşî gelê kurd bike. Em bang li ciwanan hemûyan dikin ên ku li ber van êrîşan radibin. Bêkarî, bêparhiştina ji paşerojê, bêhêvîtî û kaos ji bo me ciwanan qeder nîne. Li her qadê divê em têkoşînê mezin bikin. Em bang li ciwanan hemûyan dikin ku li nava Meclîsên Ciwanan ên Partiya Çepên Kesk de xwe bi rêxistin bikin û daxwazên xwe yên mafdar bi ser bixînin, ji bo vê jî têkoşîna rêxistinbûyî bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar