Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Dewleta tirk bi piştgiriya PDK’ê herêmên Başûr dagir dike

Rojnameger Takor Serdeştî diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi piştgiriya PDK’ê ketiye cihên ku bi salan e nikare bikevê û wiha got: “Çend sal berê Tirkiyeyê xeyal jî nedikir ku bikeve van herêman. Lê PDK'ê rê li berê vekir û rê li çiyayan çêkir û hişt ku Tirkiye bikeve van herêman."

Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê xaka başûrê Kurdistanê dagir dike û êrîşên xwe bênavber didomîne. Di rojên derbasbûyî de Tirkiye hejmareke zêde leşker û çekên giran di bin çavdêriya PDK’ê de şandine navçeya Amêdiyê ya Duhokê. Li gel ku sewqiyat didome, êrişên hewayî yên li ser herêmê dewam dikin. Piştî êrişa dawî ya Tirkiyeyê, li Duhokê 184 malbat neçar man malên xwe biterikînin. Her wiha 19 mal, 2 dibistan, kargeheke arvan, otomobîlek, dêrek û 2 tesîsên avê bûn hedefa êrîşên hewayî.

Ji destpêka êrişan heta niha 170 gund bi temamî hatine valakirin û 602 gund jî di bin metirsiya valakirinê de ne. Li gorî raporên rêxistinên navneteweyî, di êrişên Tirkiyeyê de 68 hezar dekar qada daristanê bi temamî bûye ax. Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) di daxuyaniya xwe ya 14’ê tebaxê de li Silêmaniyê daneyên êrişên Tirkiye û Îranê yên di navbera salên 1991-2024’an de li ser Kurdistana Federe parve kirin. Li gorî daneyên CPT’yê di van êrişan de 344 kesan jiyana xwe ji dest da û 358 kes jî birîndar bûne. Di êrişên Îranê de 81 kesan jiyana xwe ji dest da û 62 kes jî birîndar bûn.

Rojnameger Takor Serdeştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana nirxandin. Serdeştî diyar kir ku çiya û xweza ji bo gelê kurd xwedî girîngiyeke dîrokî û çandî ye û got: “Ev êrîş ne tenê fizîkî ne. Her wiha êrîşa li dijî nasnameya gelê kurd û kevneşopiya berxwedanê ye. Ji bo gelê kurd çiya ne tenê qada jiyanê ne, di heman demê de sembola nasname û berxwedanê ne. Kurd di dîrokê de xwe berê xwe dana çiyayên xwe û li ber xwe dane. Îro Tirkiye bi desteka PDK’ê bi dagirkirina van çiyayan, nirxên gelê kurd dike hedef. Bi van êrişan dixwazin çeteyan li çiyayan bi cih bikin. Gund tên bombekirin, daristan tên şewitandin û debara gel tê tunekirin. Îro dewleta tirk a dagirker bi piştgiriya PDK’ê ketiye cihên ku bi salan e nikare bikevê . Çend sal berê Tirkiyeyê xeyal jî nedikir ku bikeve van herêman. Lê PDK’ê rê li berê vekir û rê li çiyayan çêkir û hişt ku Tirkiye bikeve van herêman.”

Serdeştî got: “Pêwîst e gelê kurd ji hemû cîhanê re nîşan bide ku ev der axa Kurdistanê ye. Ger ev neyê kirin xewnên Osmaniyan yên ku Tirkiye dixwaze wê pêk were. Pêwîst e gel bertekên xwe nîşan bidin û êrîşên Tirkiye û PDK’ê yên li ber şikandinê rawestîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar