Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dewleta tirk bi rêbazên DAIŞ’ê xwe li herêmên dagir kirin mayînde dike

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Girê Spî û Serêkaniyên binpêkirinên mîna DAIŞ’ê dikin. Li hêlekê dikan, mal û milkê gel talan û wêran dikin, li hêla din welatiyan qetil dikin û digirin û li hêlekî jî gelemperiya navên li herêmê dike tirkî

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ku herêmên li Rojava dagir kirin ji Sûriyeyê veqetînin û tev li dewleta tirk bikin, siyasetên tirkirin û guhertina demografyaya herêmê dimeşînin. Dewleta tirk ku di serî de şêniyên resen ên herêmê bi darê zorê koçber kirin, li şûna wan jî malbatên çeteyan bi cih kirin. Geşedanên ku di hefteya yekemîn a meha cotmehê de rû dan, armancên dewleta tirk a dagirker baştir radixe ber çavan.

Li  navenda Girê Spî çeteyên koma ‘Ehrar El Şerqiya’ û ‘Cebha El Şamiya’ piştî ku tevahî dikanên malbata Mîrzo dizîn û talan kirin, di navbera wan de nakokî derketin. Nakokî mezin bû û veguherî şer. Di şer de ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn. Komên çeteyan li gundê Xirbet Rizê êrîşî dikandarekî ji eşîra El Bû Xemîs kir û dikana wî talan kir. Eşîrê jî li dijî vê kiryarê serî hilda. Li gorî agahiyan, di serî de çeteyên ku diçin dikane cereyekê xazê dixwazin. Dema dikandar dibêje nîne, di navbera wî û çeteyan de nîqaş derket. Çete jî li derdorê bi awayeke bêserûber guleyan direşînin û ciwanê bi navê Mûstefa El Ewad bi giranî birîndar kir.

Ferdên eşîra El Bû Xemîs jî li dijî vê kiryarê derketin li ber baregeha çeteyan kom bûn û bertek nîşan dan. Komên çeteyan careke din li welatiyan gule reşandin. Şêniyan jî bersiv da û şer derket. Di şer de 4 sivîl û 2 çete hatin kuştin.

Gelê herêmê serî rakir

Komên çeteyan kiryarên hovane yên DAIŞ’ê li herêmê serwer kirin. Welatiyên herêmê yên ku bêzar bûn, li gelek gundên Girê Spî û Eyn Îsayê serî hilda. Elî Baciliyê, Xirbet El Riz, Sikeriyê, Mesûr û taxa Maber a Girê Spî çend ji van herêmanin. Çeteyan careke din êrîşî sivîlan kir. Di êrîşan de li gundê Xirbet El Rizê 2 sivîl hatin qetilkirin û 4 sivîl jî birîndar bûn. Her wiha zêdetirî 13 sivîl jî hatin girtin.

Malên welatiyan bi dozeran rûxandin

Li navenda Girê Spî jî pêwîstiyên jiyanî ên weke av, nan û madeyên xwarinê kêm in û bihayê wan pir zêde bûye. Çavkaniyan got ku sedema vê jî talankirina piraniya dikanên bajar û qutbûna rêyan e. Li bajarokê Sirrînê jî heman pirsgirêk hene. Çavkaniyeke ji herêmê da zanîn ku çeteyan li gundê Koramaz ê Girê Spî malên sivîlan talan kirin û bi hinceta ku şêniyên wê malê di nava HSD’ê de ne, malên wan bi dozeran hilweşandin. Hêzên dagirker di 4’ê kanûnê de jî êrîşî dikana ciwanê bi navê Hisên El Zamil kirin. Çeteyan Zamil li erdê dirêj kirin, lêxistin û dikana wî talan kirin. Dewleta tirk û çeteyên wê her wiha depoyên genim ên Dihlêz ê Silûkê û Sexrac ê Eyn Îsayê talan kirin û birina Tirkiyeyê.

Polîtîkaya pişaftinê

Dewleta tirk ji bo tirkirina herêmê jî perwerdeya bi zimanê tirkî li zarokan ferz dike. Her wiha tabelayên dibistan û deveran bi giştî tirkî kirine. Leşerên tirk ên li gundê Mişêrf Hawî yê Girê Spî kom bûn jî navê dibistanê guherandin û kirin ‘Kaniya Aştiyê’. Çavkaniyan diyar kir ku zarokên diçin wê dibistanê, zarokên çeteyan in. EYN ÎSA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar