Êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Dewleta tirk ku li hêlekê bênavber Efrîn, Şehba, Serêkaniyê, Eyn Îsa û Girê Spî hedef digire, niha jî êrîşî Kobanê kir.
Li gorî agahiyan, artêşa tirk bi Balafirên Bêmirov Ên Bi Çek (SÎHA) êrîşî hêzên asayîşê yên Kobanê kir. Hat zanîn ku êrîş ber şeveqa serê sibehê saet derdora 03.40’an de li dijî bendeke kontrolê ya asayîşa Kobanê pêk hat.
Di encama êrîşê de xisareke mezin li benda kontrolê pêk hat. Têkildarî encamên êrîşê heta niha agahiyên zelal nehatine parvekirin. KOBANÊ