Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Dewleta tirk bi sîmkartên Korekê wesayîtan dişopîne

Plana sîuqestên dewleta tirk a li hemberî pêşengên civaka êzidî derket holê. Hat hînbûn ku MÎT li Şengalê sîstemên GPS’ê bi rêya sîmkartên Korekê ya Fermandarê Pêşmergeyên Zêrevanî Sîrwan Barzanî di otomobîlan de bicih dike.

Dewleta tirk a dagirker bi hevkariya malbata sîxur a Barzaniyan û çeteyên li hemberî pêşengên kurdan û sivîlan êrîşan pêk tîne. Bi taybetî jî bi rêya balafirên bêmirov û biçek, bi mayînan êrîşî pêşengên civaka êzidî dike û êrîşên hewayî pêk tîne. Heya niha gelek pêşengên civaka êzîdî di encama karên hevbeş ên MÎT-Parastinê de li Şengalê hatine şehîdkirin.

Sîxurê li xwe mikur hat ji civaka êzidî re dibêje; “Dijminê Kokê’ de jî derketibû holê ku PDK û MÎT’a tirk, zarokên êzidî û pêşengên wan bi hev re şehîd xistine. Bi hinek agahiyên din ên nû hevkariyeke din a şîrketa Barzaniyan Korek Telekomê, aşkera bû.

Li gorî zanyariyên ku me ji çavkaniyeke taybet girtiye, hêzên ewlekariya Şengalê di van demên dawiyê de di encama lêkolîn û lêgerîna taybet de dest daniye ser GPS’ên di nava seyareyên xelkê de hatine bicîh kirin

Welatiyek ku ajokariyê ji saziyeke Şengalê dike, ji ber sedemên ewlehiyê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, got: “Dema min seyareya xwe şuşt, min ferq kir tiştek ne asayî di seyareyê de heye. Dema min kontrol kir, min dît GPS bi seyareyê ve hatiye kirin.”

Ev çavkaniya taybet diyar kir ku GPS bi rêya karta Korekê di nava seyareyê de hatiye bicîhkirin û ji bo vê bi taybet sîmkartên Korekê bikar tînin.

Çavkaniya taybet, çend wêneyên ku li GPS’ê hatibû bicîhkirin, bi ajansa me re parve kir û got: “Dema min di seyarê de sîstema GPS’ê dît, min van wêneyan ji bo lêkolînê bi hêzên ewlekariyê yên Şengalê re jî parvekir.”

Çavkaniyek ji nava hêzên ewlekariyê jî, têkildarî pirsa me ya derbarê bûyerê de, piştrast kir ku dewleta Tirk ji bo GPS’an sîmkartên Korekê bikar tîne û di van demên dawiyê de hem li ser giliyên welatiyan hem jî di encama lêgerînên wan de derketiye holê ku ji bo aktîfkirina sîstema GPS’an bi taybet kartên Korekê bikar tînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Korek Telecom a Fermandarê Pêşmergeyên Zêrevanî Sîrwan Barzanî ye û berpirsê şîrketê kesekî serbazî ye û bikaranîna sîmkartan bêyî destûra berpirsê şîrketê ne mumkun e.

Welatiyê ku wêneyên GPS’ê ji me re şand, ji hemû welatiyên Şengalê xwest ji ber sîstemên GPS’ê hişyar û agahdar bin, seyarên xwe car caran kontrol bikin û dema rastî tiştekî wisa hatin ji bo tedbîrên pêwîst agahî bidin hêzên ewlakariyê yên Şengalê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar