Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dewleta tirk bi zanebûn qadên sivîlan bombebaran dike’

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên artêşa tirk bi zanebûn qadên sivîlan ên li başûrê Kurdistanê bombebaran dike. HPG’ê got ku armanca ji van êrîşan ew e ku pêşî li serhildaneke weke Şêladizê bê girtin û gelê Başûr çavtirsandî bikin. HPG’ê bang li temamiya gelê kurd kir ku li dijî hewldana komkujiyê, li her qada ku lê ne rabin serhildanê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrîşên dewleta tirk ên li dijî sivîlên başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de HPG’ê da zanîn ku dewleta tirk bi zanebûn qadên sivîlan bombebaran dike.

Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Dewleta TC a dagirker li dijî destkeftiyên gelê kurd ên li Kurdistanê dest bi êrîşên nû kiriye. Ev zîhniyeta ku bi rengekî hovane êrîşî gelê me û nirxên gelê me dike, hewl dide tevahiya başûrê Kurdistanê dagir bike. Dewleta tirk a dagirker bi piştgiriya teknîkî bi zanebûn bombeyan li qadên mirovên me yên sivîl dibarîne. Yek ji van êrîşan jî ya di 12’ê hezîranê de li navçeya Amediyê ya Duhokê ye. Di vê çarçoveyê de balafirên şer saet di 13:30’an de bombe li wesayîteke sivîlên li gundê Guherzeyê, di êvarê de li du wesayîtên sivîlan ên li gundê Sergeleyê, maleke li gundê Derê û stasyoneke petrolê ya gelê sivîl a di navbera Sulawe û Amediyeyê de barandin. Ji ber vê bombebaranê welatiyên me yên sivîl birîndar bûn.

Dewleta tirk bi zanebûn êrîşî cih û warê sivîlan dike. Bi vê yekê re dixwaze bi çavtirsandinê gelê herêmê bitepisîne. Êrîşên ku bi piştgiriya balafirên bê mirov hatin kirin bi giranî mirovên me yên sivîl yekser kirin hedef. Dewleta TC a dagirker ku dixwaze başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike, ji bo nehêle ku gelê herêmê bi ruhê Şeladizê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide û çavê gel bitirsîne, van êrîşan dike. Êrîşên ku bi zanebûn û bi rêk û pêk tên kirin bêguman beşek ji plana dagirkeriyê ye.

Bi van êrîşan em careke din dibînin ku ji bilî mirin û hilweşandinê dewleta TC a mêtinger tiştekî din ji bo kurdan rewa nabîne û ji bo van êrîşên xwe jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dike hincet. Ev zîhniyeta ku berê jî gelek mirovên me yên sivîl qetil kir, vê êrîşê weke ku li dijî gerîla ye nîşan dide. Li deverên ku qala wan tê kirin tu hewldan û tevgereke gerîlayên me nîne. Bombebarankirina benzînxaneyê û rêyên bingehîn gelo ne êrîşeke bi zanebûn e? Ev zîhniyeta ku qadeke bi sedan wesayît jê derbas dibe bombebaran dike, bi polîtîkaya tirsandinê dixwaze çavê gelê başûrê Kurdistanê bitirsîne.

Êrîşên tên kirin careke din nîşanî me didin ku dewleta TC a dagirker bi zanebûn êrîşî gelê me dike û bi derewan hewl dide zîhniyeta xwe ya kujer binixumîne.

Tevî ku li devera hate bombebarankirin gerîlayên me nînin, artêşa TC a dagirker bi balafirên keşfê bi zanebûn bombe li herêmê barand. Li hemberî van êrîşên ku li dijî gelê başûrê Kurdistanê tên kirin divê gelê kurd li her devera lê ye li ber xwe bide û li hemberî komkujiyan bêdeng nemîne. Armanca dewleta TC a dagirker qirkirina kurdên azad e. Li dijî van êrîşan divê çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û li hemberî êrîşkariyê têbikoşin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dê li dijî dagirkeran ji bo azadiya gelê me têbikoşin û planên dagirkeriyê têk bibin. Ji bo mirovên me yên ji ber van êrîşan birîndar bûne em daxwaza şîfa xêrê dikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar