Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku dewleta tirk bi balafirên bê mirov cihê sîvîlan bombebaran kir
Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dewleta tirk ku herêma nêzî gundê Dokir ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bi firokeyên bêpîlot bombebaran kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Êrîşên hêzên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê didomin. Beriya niha bi çend kêliyan bi firokeya bêpîlot nuqteyeke leşkerî ya kevn a li nêzî gundê Dîgûrê ya navçeya Tirbespiyê kirin hedef. HSD ji vir vekişiyabû û ev der jîngeha sivîlan e. Gelek sivîlên ku nêzî malên hatine bombebaran kirin birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.” QAMIŞLO