PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Dewleta tirk bombe li gundên Amediyê barand

Balafirên şer ên dewleta tirk bombe li gelek gundên navçeya Amediyê ya bajarê Duhokê yê başûrê Kurdistanê barand

Li gorî agahiyan, gundên Sigêrê, Guherzêpan û Nihêlê yên Amediyê, bi balafirên şer ên tirk hatin bombekirin.

Li ser encamên êrîşan agahî bi dest neketin.

Dewleta tirk bi awayekî sistematik bombeyan li cih û warê sivîlan ên li başûrê Kurdistanê dibarîne. Ji sala derbasbûyî û vir ve bi dehan gund ji ber êrîşên dewleta tirk bi zorê hatine valakirin. Ji ber êrîşan gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Desteya Parastina Hawirdorê ya Herêma Kurdistana Federal 9’ê çileyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku dewleta tirk a dagirker zirar daye zêdeyî milyonek donim zeviyan.

Rêxistina Aştiyê ya Xiristiyan (CPT) jî di rapora meha hezîranê ya 2021’ê de ragihandibû ku di nava pênc salên derbasbûyî de di êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê de herî kêm 103 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 148 gund hatin valakirin û gefa valakirinê li 500 gundan tê xwarin. AMEDIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar