Li gorî agahiyên ji aliyê ANHA’yê ve hatin weşandin, dewleta tirk ad agirker li gel çeteyên xwe doh bi şev bi topên giran bombe li navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê û gundê Eyn Deqnê barand.
Li gel van êrişan gundên Soxanekê, Qentere, Meyase û Bûrcqas ên Şêrawayê, her wiha gundên Şewarxe, Merenaz û Malikiyê yên Şêrayê jî bombe kirin. Hate ragihandin ku dewleta tirk a dagirker zêdeyî 200 top avêtiye van herêman. Li ser ziyana ku ji ber bombardûmanê rû da hîn agahî bi dest neketine.