Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Dewleta tirk çavkaniya terorê ya li herêmê ye

Hezîrana 2015’an bû ku li Kobanê komkujî bi destê DAIŞ’ê pêk hat. Wê demê bajar nû hatibû rizgarkirin û xelkê bajar û gundên rizgarbûyî hêdî hêdî bi derfetên xwe bajarê xwe ji bermahiyên şer paqij dikirin. Berbanga sibehê DAIŞ dîsa bi kordîneya dewleta tirk derbasî bajarê Kobanê bû û hêjmarek ji DAIŞ’iyan jî di deriyê sînor re derbas bûn. Kurdistaniyan li ser vê bûyera bi êş çavên xwe vekirin. Navê Kobanê li hemû dinyayê bi şerê li dijî DAIŞ’ê deng vedabû lê di 25’ê hezîranê de rûbirûyî komkujiyeke din hat. Plan ew bû ku hêjmarek çete derbasî hindir bajar bibin û piştî ku cihên stratejîk bi dest bixin, bajar tevahî bigirin û xelkê di bajar de hemû bikujin an jî bidin revandin. Lê bi ser neketin û xelkê Kobanê her kesî di kolan û malên xwe de karîbûn xwedî li bajarê xwe derkevin heta ku zarokên wan ên şervan jî bajar ji çeteyan paqij kirin. Piştî 2 rojan, hejmara kesên bi destê van çeteyan hatibûn kuştin eşkere bû ku zêdetirî 250 kesî bû ji zarokên yek salî heta xityarên temenê wan zêdetirî 70 salî bê serûber hatibûn kuştin. Lewma ev meh ku komkujî di 25’ê hezîranê de pêk hat, di hafîza kurdan de û bi taybet ya xelkê Kobanê de qasî ku bi êş bû, ewqasî jî helwesta wan a jiyanê raber kir.

Ev komkujî û xirabûn, hemû bi planên dewleta tirk pêk hatin ku heta roja îro jî dixwaze bi navê Kobanê çavê kurdan bişkîne. Lewma di bin navê doza Kobanê de siyasetmedarên kurd û di sêrî de hevserokên wê demê yên HDP derdixe pêşiya dadgehan û ceza li wan dibire. bi wê ve girêdayî, serokkomarê tirk Erdogan hefteya berê li Spaniyayê bû û rojnamevakekî jê pirsî; hûn çima Selahaddîn Demîrtaş bernadin? Nizanibû çi bibêje, xwe bi ser rojnamevan de aciz kir û Demîrtaş û hevalên wî bi kuştina ciwanan tewanbar kir. Lê tewanbariya derbaskirina bi hezaran DAIŞ’î ji Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê ve ya kê ye? Hesabê kuştina xelkê Kobanê di komkujiya 25’ê hezîranê bi destê çeteyên DAIŞ’ê ku dewleta tirk ew kordîne dikirin wê kî bide? An li Efrînê an li Serêkaniyê heta roja îro hemû pîvanên mirovan bi destê dewleta tirk tên ji nav birin kî berpirsyariya wê radike?

Ger aliyek hebe divê were darzandin, divê di şexsê Erdogan de dewleta tirk were darzandin û divê di sêrî de wêne û dîmenên komkujiya Kobanê û hemû komkujiyên dewleta tirk pêk tîne, bi riya rojnamevanên dostên kurdan, li rûyê rayedarên tirk bên xistin.

Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê, kuştina siyasetmedara kurd Hevrîn Xelek û hwd komkujiyên ku heta roja îro jî dewam dikin, hemû sûcên dewleta tirk ên van salên dawî ne ku divê hesab bê xwestin. Dewleta tirk li ser kurdan terorê dide meşandin û wan bi terorê tewanbar dike. Dewleta tirk kurdan dikuje û gund û bajarên wan bombebaran dike û wan bi terorê tewan bar dike. Dewleta tirk ew e ku çavkaniya terorê ye li hemû herêmê û bi darizandina wê teror dikare bê darizandin.

Nûçeyên Têkildar