Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Cenazeyê Îpek ku bi postayê hatibû şandin hate definkirin

Dewleta tirk roj naçe ku li sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê sûcekê din zêde neke. Dewleta tirk ku cenazeyên gerîlayan parçe dike, lebatên laşên gerîla jê dike û hemû kiryarên li dijî mirovahiyê dike, niha jî cenazeyê gerîlayekî bi rêya postaxaneyê ji malbata wî re şand.

Hat zanîn ku gerîlayê HPG’ê Agît Îpek di 23’yê gulana 2017’an de di şerê li Girê Xelasor a navenda Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da. Lê tevî hemû hewldanên malbatê jî cenaze nedan malbatê. Rayedarên dewletê îdia kirin ku cenaze li ba wan nîne. Lê di gulana 2019’an de rayedarên dewletê li malbatê geriyan û gotin ku cenazeyê Îpek dîtine. Malbat jî ji bo wergirtina cenazeyê zarokê xwe testa DNA’yê kirin. Di testê de diyar bû ku cenaze yê Îpek e.

Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê, cenazeyê ku Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ji bo wan şandibû, ji bo ku bidin malbatê bi rêya PTT’ê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand. Cenazeyê ku di 2’yê adarê de li Dêrsimê dan PTT’ê, îro bi rêya kargoyê radestî malbata Îpek a li Taxa 5 Nîsan a Rezanê hate kirin.

Malbata Îpek ji bo cenaze defin bikin, ber bi gundê Tizyan ê  Artuklu ya Mêrdînê ve bi rê ketin. Di dema anîna cenaze de cendirmeyan gund dorpêç kir û nehiştin gundî tev li merasîma definkirina cenaze bibin û tenê destûra 3 kesan dan.

Her wiha cendirmeyan nehişt dayik Halîse Îpek jî tev li karên definkirinê bibe. Cenaze li gund hate definkirin. DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar