Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Dewleta tirk çeteyên li Sûriyeyê ber bi Azerbeycanê ve dişîne

Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê çavkaniyên taybet diyar kirin ku dewleta tirk plan dike çeteyên li Sûriyeyê û leşkerên tirk derbasî şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de bike. Ji bo wê çeteyên li Sûriyeyê ji gelek herêman li Idlibê amadekariyên xwe dikin da ku biçin Azerbeycanê.

Ev tevgera çeteyan piştî ragihandina wezîrê parastinê yê dewleta tirk Hulusî Akar ku dewleta tirk dê piştgiriya Azerbeycanê bike, hat. Li aliyekî din wezaretê piştrast kir ku serbaz û leşkerên tirk gihaştine Azerbeycanê.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku bi dehan çeteyên li Sûriyeyê li beramberî 5 hezar dolarî dê piştî Cejna Qurbanê Tirkiyeyê bibin û ji wir jî biçin Azerbeycanê.

Azerbeycan û Ermenistan ji salên 90’î ve, ji bo serweriya Çiyayê Qerebaxê yê di navbera her du dewletan de ye nakok in. Hinek caran jî li herêmên temasê yên din, asta şer dijwar dibin. Di hefteya derbasbûyî, di encama şerê di navbera her du dewletan de, 2 leşkerên Azerbeycanê hatin kuştin û 5 din jî birînda bûn. Her wiha leşkerek Ermenistanê jî hate kuştin.

Çavkaniyan û dazgehên çapemeniyê bi bîr xistin ku hejmara çeteyên li Sûriyeyê yên ku dewleta tirk şandine Lîbyayê 15 hezarî derbas kiriye. Li gorî Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji wan 500 çete hatine kuştin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar