Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Dewleta tirk çeteyên Roj û DAIŞ’ê li Başûr dide şerkirin’

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê ragihand ku dewleta tirk a dagirker ji ber ku li hemberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê nikare encamê bi dest bixe, tevî cerdevanan û çeteyên Roj niha jî çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst tevlî şer dike û wiha got: “Di vê pêvajoyê de PDK ji bicihkirina çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst ên li ser xaka başûrê Kurdistanê çavên xwe digire û hîn jî bi dewleta tirk a dagirker re tevdigere."

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê li ser geşedanên dawî û bicihkirina çeteyên DAIŞ’ê yên li başûrê Kurdistanê de daxuyanî da. KCK’ê anî ziman ku dewleta tirk bi destê çeteyên DAIŞ’ê hewl dide Iraqê û başûrê Kurdistanê dagir bike Li dijî vê rola noker û nexêr divê helwest bê nîşandan.

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê wiha ye:

“Di vê pêvajoyê de ku bûyerên girîng diqewimin, erk û berpirsyariya me ya ku gelê xwe û raya giştî bi rengekî rast agahdar bikin. Ji bo pêvajo rast bê fêhmkirin û helwesteke rast bê nîşandan ev yek girîng e. Di 1’ê tîrmeha 2024’an de me bal kişandibûn ser daxuyaniyên Wezareta Karên Hundir a Iraqê yên derewîn û manîpulasyonê.

Dewleta tirk a mêtinger-dagirker ji bo kiryarên wê li derveyî hiqûqê û bêexlaq neye dîtin, serî li her cûre provokasyon û nûçeyên derewîn dide. Sedema vê jî ew e ku li pêşberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bêçare bûye, xitimî ye û derbên giran dixwe. Ev yek di bîlançoya şer a meha Hezîrana 2024’an a de bi hêsanî tê dîtin ku ji aliyê HPG’ê ve hate aşkerekirin. Tenê meha hezîranê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê 185 çalakî kirin, 46 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Dewleta tirk a dagirker-mêtinger di vê pêvajoyê de bi sedan carî êrişên hewayî, her wiha bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êriş kir. Di bîlançoya şer a mehan de tê dîtin ku ji texmînan wêdetir li Kurdistanê şerekî giran diqewime. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê hêzeke welê ye ku ji bo parastina destketî û nirxên gelê Kurd li ber xwe dide. Tevî ku dewleta tirk a mêtinger-dagirker teknîka herî pêşketî ya serdemê û çekên serdemê bi kar tîne jî, her wiha tevî ku hiqûqa şer a naventeweyî timî binpê dike û çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bi kar tîne, li pêşberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di asteke cidî de tengav bûye. Aşkere ye ku dewleta tirk a mêtinger-qirker di vî şerî de xitimî ye.

Dewleta tirk a dagirker ji ber ku li hemberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê nikare encamê bi dest bixe, tevî cerdevanan û çeteyên Roj niha jî çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst tevlî şer dike. Gelê me û raya giştî ya cîhanê baş zane ku Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li Hewlêr, Kerkûk, Mexmûr, Şengalê li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst bi rengekî fedaî li ber xwe dan û bi berdêlên giran rûmeta mirovahiyê parastin. Bi heman rengî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê lid ijî çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst têkoşîna xwe ya bi rûmet, bi heybet û bi biryar dewam kirin, kirin ku çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst ên xwe dispêrin dewleta tirk a dagirker bêne tasfiyekirin. Piştgiriya dewleta tirk a mêtinger-dagirker a ji bo çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst tê zanîn ku bûye belayê serê gelên herêmê û mirovahiyê. Dewleta AKP’ê ya faşîst her tim û niha jî bi rengekî aşkere piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ’ê û wan vedihewîne. Çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst ên li Tirkiyeyê têne xwedîkirin û bi rêxistinkirin, ji Tirkiyeyê ber bi Moskowa û gelek welatên Ewropayê belav dibin û komkujî kirin. Dewleta tirk a dagirker îro jî ji aliyekî ve gelek çeteyên DAIŞ’ê ji bo li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bide şerkirin li gelek herêmên başûrê Kurdistanê bi cih kiriye, li aliyê din jî her roj êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike û hewl dide bêhnê bîne ber çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê mîna berxwedana ku heta niha kiriye, niha û pê ve jî wê ti şensê serketinê nedin artêşa tirk a dagirker-mêtinger û çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst.

Di vê pêvajoyê de PDK ji bicihkirina çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst ên li ser xaka başûrê Kurdistanê çavên xwe digire û hîn jî bi dewleta tirk a dagirker re tevdigere. Ev helwesta PDK’ê cihê şermê ye. Tevî ku çek, cebilxane û hêzê ji dewleta tirk a dagirker re pêşkêş dike, niha jî li hemberî bicihkirina çeteyên DAIŞ’ê yên li başûrê Kurdistanê bêdeng dimîne. Li aliyê din têkiliya xwe ya bi hêzên dagirker re jî dewam dike. Ev rewş bi ti awayî nayê qebûlkirin. Di vê pêvajoyê de ku herêm ji nû ve tê dîzaynkirin û bûyerên krîtîk diqewimin, ji bo gelê kurd careke din winda neke, ji bo azad bibe û yekîtiya xwe pêk bîne, divê rewşenbîr, akademîsyen, rojnamevan û demokrat, her kesên welatparêz li hemberî vê rola nexêr û noker a PDK’ê helwestê nîşan bidin.

Yek ji hêzên ku herî zêde çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst nas dikin gelên Iraqê û dewleta Iraqê ye. Gel û dewleta Iraqê li êriş û komkujiyên DAIŞ’ê rast hat, êşên giran kişand û felaketên mezin dît. Gel û dewleta Iraqê baş zane ku yên êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst têk birin gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bûn. Ji ber vê yekê jî divê dewleta Iraqê bicihkirina çeteyen DAIŞ’ê yên faşîst ên bi destê dewleta tirk a mêtinger-dagirker û PDK’ê li ser xaka başûrê Kurdistanê û Iraqê ji nedîtî ve neyê û helwsteke şênber nîşan bide. Divê gel û dewleta Iraqê nehêlin ku çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst li vê xakê bêne bicihkirin, bi helwest û nerazîbûna xwe divê rê nede vê yekê.

Raya giştî ya cîhanê divê vê yekê baş bibîne. Ev çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst ku îro li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê didin şerkirin, sibe wê mîna bombeyekê li dijî gelan, civakan, li hemberî mirvoahiyê bibin bela. Ji ber vê jî divê li hemberî hewldana dagirkeriyê ya dewleta tirk a bi destê çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst a li Iraqê û başûrê Kurdistanê nerazîbûneke xurt bê nîşandan.

Gelê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst berxwedana herî bi rûmet a dîrokê nîşan dan. Îro jî li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên faşîst ku dewleta tirk a mêtinger-dagirker li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dide şerkirin, li her derê bi heman biryardariyê divê têkoşîna xwe bilind bike. Tevî gelê me em bang li hemû hêzên li ser xeta demokrasî û welatparêziyê ne dikin ku li hemberî van têkiliyên nexêr ên PDK’ê bi berpirsyarî tevbigerin û helwestê nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar