Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Dewleta tirk cilên leşkerên xwe li çeteyan kir

Ersîn Çaksû/ANF-QAMIŞLO |

Şer û pevçûnên li Idlibê yên di navbera rejîma Sûriyeyê, Rûsya û hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê de didome. Dewleta tirk ji bo ku pêşî li pêşveçûna hêzên rejîmê bigire, bênavber leşker û wesayîtên zirxî dişîne herêmê. Di vê çarçoveyê de artêşa tirk di 10 rojên dawîn de bi qasî 500 wesayîtan sewqiyata leşkerî kir û ji bo parastina çeteyan unîformayên xwe li wan dike.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin gelek çeteyên ji komên bi navê Sûltan Mûrad,Tumena Hamza, Sultan Suleyman Şahd û Mûntasir Bîlallah ên ku artêşa tirk ew perwerde kirine, bi unîformayên artêşa tirk çûne Idlibê. Tê diyarkirin ku ev komên berê ji aliyê artêşa tirk hatibûn perwerdekirin, ji xeynî bendên çavdêriyê li bendên leşkerî jî tên bicihkirin.

Çete bi wesayîtên artêşa tirk hatin veguhestin

Hate hînbûn ku artêşa tirk di serê meha sibatê de ji bo ku pêşveçûna rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê bide sekinandin, li 4 bendên derdora Seraqibê ev kes bi cih kiribûn. Bi wesayîtên zirxî û tankên dewleta tirk jî ji aliyê van çeteyan êrîşî hêzên rejîmê tê kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê, piştî ku Seraqib ket, gelek çeteyan jî xwe vekişandine van bendan û bi wesayîtên artêşa tirk hatine tehliyekirin.

Cil û bergên hev diguherînin

Ji destpêka şerê Sûriyeyê û heta niha gelek endamên MÎT’ê û endamên Daîreya Şerê Taybet a Tirk bi unîformayên komên çeteyan ên li herêmê dixebitîn. Lê tê dîtin ku dewleta tirk li Idlibê unîformayên xwe li çeteyan dike û dixwaze xwe li herêmê xwe xurt bike. Ajansa nûçeyan a Reûtersê duh di nûçeyekê de diyar kiribû ku 40 fermandarên çeteyan ên artêşa tirk û MÎT’ê li Reyhanliyê kom bûne û gotine; ‘Hevdîtinên bi Moskovê re negihiştin encamê, xwe ji rewşa xerab re amade bikin.” Rayedarekî dewleta tirk di heman nûçeyê de gotibû; ‘Sûriye û Rûsyayê hemû peyman bin pê kiriye û divê ew xwe ji vê rewşê re amade bikin. Li Sûriyeyê êdî serdemeke nû hatiye destpêkirin.”

Bi qasî hezar 480 wesayîtan sewqiyeta leşkerî kirine

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî diyar kir ku artêşa tirk di hefteya dawîn de bi 240 wesayîtan sewqiyata leşkerî kiriye û hejmara leşkerên wê yên li Idlibê jî bûye 5000. Li gorî texmînan ji serê meha sibatê û heta niha artêşa tirk herî kêm bi qasî hezar û 480 wesayîtan sewqiyata leşkerî kiriye. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar