Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk dê bi rêya tirkmenan di hilbijartinan de piştgiriya PDK’ê bike

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dê di 10’ê cotmehê de were lidarxistin. Aşkera bû ku dê dewleta tirk bi rêya tirkmenên li Iraqê piştgiriyê bide namzetên PDK’ê. Her wiha têkildarî vê xetereyê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hişyarî dabû

Navenda Nûçeyan |

Tê payîn di 10’ê Cotmeha 2021’an de hilbijartinên pêşwext ên Iraqê werin lidarxistin. Ji niha ve namzetên partiyên siyasî û serbixwe ketine pêşbirkê û dest bi propagandayê dikin. Aşkera bû ku dewleta tirk a dagirker dê bi rêya tirkmenan piştgiriya PDK’ê bike.

19 partî û aliyên siyasî yên tirkmenan biryar dan ku di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de dengê xwe bidin namzetê PDK’ê.

Partiyên ser bi tirkmenan bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew ê weke berpirsyartiya li ser milê xwe, dengê xwe bidin namzetê PDK’ê.

Di daxuyaniya partiyên tirkmenan de hate gotin ku dê tu namzetek ji bo hilbijartinên Iraqê diyar nekin, ji bo wê jî li hemû herêman dengê xwe bidin namzetên PDK’ê.

Li ser mijarê Cemîl Bayik hişyarî da bû

Hêjayî gotinê ye Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku duh êvarî beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bibû, der barê metirsiya dewleta tirk a ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê ya bi rêya tirkmenan de hişyarî da bû.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser vê mijarê wiha gotibû: “Dewleta tirk dixwaze her kesî bitirsîne, serî li her kesî bide tewandin. Dewleta tirk amadekariya wê dike ku dema firsend û zemîn dît wê temamiya Başûr dagir bike. Ji ber vê yekê bi tirkmenan re dixebite. Tirkmenan ji vê yekê re amade dike. Dixwaze li Başûr tevliheviyê çêbike, bi hinceta ‘Em ê tirkmenan biparêzin’ temamiya herêmê dagir bike. Amadekariyê ji bo vê yekê dike. Divê xelkê me yê Başûr vê yekê bibîne. Eger îro li ber êrîşên dewleta tirk ranebe dibe ku sibe dereng be.”

Navê partî û aliyên tirkmenan ku dê dengê xwe bidin PDK’ê ev in:

1 – Partiya Geşepêdana Tirkmen

2 – Partiya Çaksaziya Tirkmen

3 – Partiya Gel a Tirkmen

4 – Komeleya Lîberal a Tirkmen

5 – Partiya Demokrat a Tirkmen

6 – Tevgera Bêalî ya Tirkmen

7 – Ocaxa Tirkmenî

8 – Tevgera Demokrat a Tirkmenî

9 – Partiya Rizgariya Netewî ya Tirkmenî

10 – Komeleya Rewşenbîrî ya Tirkmen

11 – Partiya Yekitiya Tirkmenî

12 – Partiya Şiroq a Tirkmenî

13 – Bereya Tirkmenî – Serkirdatiya Şer’î – Tilefer

14 – Fraksiyonên Tirkmenan a Encûmena Parêzgehê

15 – Rêxistina Tolay a Karûbarên Tirkmenî

16 – Yekitiya Wêje û Nivîskarên Tirkmenî

17 – Yekitiya Ciwan û Xwandekarên Tirkmenî

18 – Nûnerên Tirkmen li Encûmena Ciwanên Kurdistanê

19 – Mala Tirkmenan

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar