Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dewleta tirk derb li ser derbê dixwe

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên wan de li Zapê 13 leşkerên tirk ên dagirker hatine cezakirin û derb li 7 çeperan hatiye xistin. Her wiha cenazeyên wan di bin serweriya gerîlayan de ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa tirk a dagirker ev daxuyanî da:

“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

16’ê îlonê saet di 06:20 û 06:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li 2 çeperên dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kirin.

16’ê îlonê saet di 07:00 û 07:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi eçkên giran li 2 çeperên dagirkeran hate xistin.

16’ê îlonê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ay Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkrean hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

16’ê îlonê saet di navbera 21:10 û 23:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji du baskan ve bi çekên giran li helîkopteran hate xistin ku hewl didan hêzên xwe li qadê daynin.

16’ê îlonê saet di 22:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkerên ku hewl didan xwe bigihînin ber tunelên şer hatin kontrolkirin. Saet di 23:30’î de bi sabotajê 2 caran li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan de ku hêzên me yên YJA Starê kirin, 5 dagirker hatin cezakirin. Piştî vê çalakiyê, dagirkeran hewl dan teqemeniyan li tunelên şer bi cih bikin. Bi çekên ferdî û nîv otomatîk li wan hate xistin. li vir jî 6 dagirkerên din hatin cezakirin. Cenazeyên van dagirkeran di bin kontrola hêzên me de ne.

16’ê îlonê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku dixwestin li qadê bi cih bibin. Piştî çalakiyê hewldana dagirkeran a ji bo ketina çeperan hate rawestandin.

16’ê îlonê saet di 10:15 û 10:30’î de li dijî dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bikevin çeperan bi çekên giran çalakî hate kirin, derb li 2 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

16’ê îlonê saet di 20:05 û 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran dest li helîkopteran hate werdan ku dixwest hêzên xwe daynin qadê.

16’ê îlonê saet di 20:55’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin ku hewl dida bikevin çeperê û dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

16’ê îlonê saet di 21:05’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl dida bikevin çeperê.

16’ê îlonê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin:

Li herêma Metînayê;

16’ê îlonê saet di 12:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

17’ê îlonê saet di 01:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan.

Êrîşen artêşa tirk a dagirker;

16’ê îlonê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 8 caran, li herêma Metînayê Qada Serê Metîna carekê, li herêma Garê qada Yekmalê carekê bi giştî 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

16’ê îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Metîna bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar