Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dewleta tirk di destpêka şer de têk çû’

Artêşa Tirkiyeyê 17’ê nîsanê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi hevkariya PDK dest bi êrişeke nû ya dagirkirinê kir. Rojnamevan Zana Welat têkildarî mijarê axivî û rewşa heyî nirxand.

Zana Welat anî ziman ku gelê Kurdistanê ji dîrokê heta niha bi gelek xiyanetên navxweyî re rû bi rû maye û wiha axivî: “Bêguman a herî zêde hatiye bihîstin xiyaneta Harpagos e. Bi vê xiyanetê Konfederasyona Medan dikeve bin destên Persan. Çawa ku Harpagos serweriya Medan radestî Persan kir, neviyên wî yên vê demê malbata Barzanî jî dixwaze hemû destketiyên kurdan radestî neyarên kurdan bike. Lê wer xuyaye wê vê carê dîrok dubare nebe. Her çiqasî xiyaneta Barzaniyan kûr û dijwar be jî wê tu carî bi ser nekevin. Sedemên vê yekê pir in. Ji van yek jê jî tevgereke wekî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ku ev 50 sal in di nav sifra guran de heta niha hebûna xwe domandiye. Ji vê jî wêdetir, PKK êdî bûye pêşengê azadiya gelan. Hêzeke wisa xurt zû bi zû kes nikare wê têk bibe. Ma çeteyên DAÎŞ’ê yên hov çawa têk çûn? Ma ne bi hêza gelê kurd a ku bingeha xwe ji fikir û ramên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan digire ew hovên hovan têk birin. Ji ber vê yekê ne neviyên Harpagosê nûjen malbata Barzanî û ne jî malbata Erdogan ê dîktator wê karibin hêza gelan têk bibin.“

Di destê neyar de wek pêlîstok in

Rojnamevan Welat bilêv kir ku divê mirov malbata Barzanî baş nas bike û wiha dirêjî da axaaftina xwe: “Neviyên Harpagos malbata Barzanî bi kirin, pêkanîn, axaftin, nêzikatî û hebûna xwe, bi kurtasî di her aliyê xwe de neyariya gelê kurd dike. Êdî ev yek bi pêkanînên wan piştrast bûye. Jixwe hatina wan a li ber lingê Erdogan û bi taybetî jî tevgerîna wan a wekî karmendekî dewleta tirk rastiya wan di her alî de radixe ber çavan. Jixwe dîmenê Mesrûr Barzanî ya herî dawî (Mesud jî Nêçîrvan jî wexta tên ber lîngê dewleta tirk heman tiştî bi serê wan de tînin) bê çiqasî ketine û bûne pêlîstoka neyarên kurdan nîşan dide. Dev ji ala herêmê berdin (divê teqez ala Kurdistanê hebe) cihê wî li beramberî şefê sîxuran danîn. Erdogan jî wekî xwediyê wî xuya dikir. Ev dîmen tena serê xwe rastiya wan vedibêje.“

Di berdewama nirxandina xwe de Welat da zanîn ku malbata Barzanî wekî waliyê dewleta tirk tev digere û wiha dom kir: “Ji berjewendiyên kurdan bêhtir ji bo berjewendiyên neyarên kurdan tev digere. Niha jî serkêşiya neyariya kurdan dîktator Erdogan dike. Ev jî nîşan dide ku hêzên ku Erdogan derxistine holê, vê malbatê jî derxistine holê. Yanê benê wan di destên heman hêzên hegemon de ye. Ji ber vê yekê xiyaneta wan pir kûr e. Heta mirov dikare bibêje ku ji yê Harpagos jî kûrtir e. Ev malbat ji hêla hêzên hegemon ve hatine avakirin. Yanê ev xençera li pişa kurdan e.“

Neyarên qewmên xwe ne

Welat bibîrxist ku hêzên hegemon ji bo kurd azad nejîn ev sed sal in wan kirin çar parçe û her parçekê bi dewletekê ve girêdan û ev tişt got: “Qîma xwe bi vê neanîne û di navbera her çar dewletên dagirker de jî peyama ku piştgiriya hev bibin çêkiriye. Di dema me de ev peyman hatiye nûjenkirin û malbata Baraznî jî tev li vê peymanê kirine. Wexta ez dibêjin tev li peymanê kirine ne wekî ku ew jî parçeyek vê peymanê ne. Na. Rola wan a di vê peymanê de wekî kewê neyarê qewmê xwe, ew jî neyariya qewmê xwe bikin. Dewleta tirk jî li gorî xwe rolek daye wan. Wekî keran daye pêşiya xwe. Di vê rewşê de li gorî dewleta tirk ‘kî/ê bê kuştin, ji kurdekî xelas bûne‘ li gorî vê malbatê jî ew çiqasî bê kultin ewqasî dildariya xwe nîşanî xwediyê xwe dide.“

Dê gel bi ser bikeve

Rojnamevan Zana Welat, di dawiya nirxandinên xwe de ev tişt got: “ Ev şer şerê hebûn û tunebûnê ye. Kî di vî şerî de têk biçe wê çem û çêm biçe. Xelasiya wan tune ye. Yên bi ser bikevin jî wê ji berê xurtir bin. Dema mirov ji destpêka şer dinêre dibîne ku dewleta tirk di roja ewilî de derbên giran xwarin. Ev jî nîşan dide ku hîn şer destpê nekiriye dewleta tirk derbên giran xwar û li ber têkçûnê ye. Niha pirsa herî balkêş ev e. Gelo wê ewilî kî kê bifroşe. Gelo wê ewilî malbata dîktator Erdogan an jî malbata neviyê Harpagos dê malbata din bifroşe. Encam çi dibe bila bibe wê gelê kurd bi ser bikeve.“

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar