Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSD’ê têkildarî êrîşa balafireke bêmirov a artêşa tirk a dagirker a vê sibehê daxûyaniyek da. HSD’ê da zanîn ku di êrîşê de 2 şervanên wan şehîd bûne û diyar kir ku dê nasnameyên şehîdan di demên pêş de werin aşkerakirin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Îro beriya nîvro saet di 10:00’an de, balafireke bêmirov a artêşa tirk a dagirker êrîşî gundê Qeyrewan ê Til Hemisê kir. Di vê êrîşê de hêzên ku ewlehiya Qampa Holê digirtin, hat hedefgirtin. Di encama vê êrîşê de 2 şervanên me şehîd bûn.
Artêşa tirk a dagirker berê jî êrîşî hêzên ku ewlehiya Qampa Holê digirt, kiribû. Bi van êrîşan armanc ev e ku ji bo xwe ji nû ve birêxistinkirina DAIŞ’ê, zemîn were avakirin. Der heqê bûyerê de agahiyên din û nasnameyên her du şehîdan di demên pêş de dê bi raya giştî re werin parvekirin.”