Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

 ‘Dewleta tirk dixwaze bi hevkariya PDK’ê li Iraqê şerê mezhebî derbixe’

Hisên Hecî tîne ziman ku aloziyên li Kerkûk, Rojava û beriya niha li Şengalê derketine planên PDK’ê û dewleta tirk în û dibêje: “Ji bo şerê mezhebî di nava gelan de derxin çi ji destê wan tê dikin.”

Piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk a dagirker ya ji bo Iraqê, ku hemwext li gel rojeve hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ku biryare di 18’ê kanûnê de pêk werin, li Kerkûkê alozî derketin, di heman demê de li Dêrezorê jî xwestin bi fitneyê pergala Neteweya Demokratîk bikin hedef. Endamê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê û hevserokê PADÊ Hisên Hecî derbarê mijarande ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Hisên Hecî aloziyên li Kerkûk û ên beriya niha li Şengalê derketine, wek planên dewleta tirk û PDK’ê binav dike û dibêje: “Dewleta tirk dixwaze bi hevkariya PDK’ê li Iraqê şerê mezhebî derbixe, li Rojava jî dixwaze heman tiş bike. Ev ne tiştekî nûye ku dewleta tirk dike , li Şengalê bi navê Pêşmergeyên Roj êrîşî Xanesorê kirin, Peymana 9’ê Cotmehê îmzekirin û berê me û artêşa Iraqê dane hev. Herwiha di mijara şewata Mizgefta Rehman a li Şengalê de, xwestin vê senaryoya ku niha li Kerkûk û beriya niha li Dêrezorê hatibû danîn, bixin meriyetê. Lê bi saya Rêveberiya Xweser ku hemû pêkhateyên Şengalê cihê xwe di nav de digirin, bi erka xwe rabû û rê liber vê senaryoyê girt. PDK’ê bi hemû hêza xwe destek dide pilanên dewleta tirk ên li Iraqê. Ev plan li Dêrezorê xistin meriyetê û xwestin di nava hemû pêkhateyan de alozî derxin. Wan ji hin kesên fitneçî bi hevkariya hekûmeta Şamê ev pilan danîn. Çawa li Şengalê Rêveberiya Xweser li himberî polîtîkayên qirêj dibe xwedî helwest, bi zanebûna xwe rê liber planê digire, bi heman şêwazî Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî, bi hêzên xwe ên parastinê, rê li ber van pilanan digrin.

‘Em ê bi hevpeymaneke giştî tevlî hilbijartinan bibin’

Hisên Hecî  hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Iraqê ku biryare di 18’ê kanûnê de pêk werin dinirxîne û dibêje: “Ji bo hilbijartinan, di aliyê yasayî de me wek PADÊ hemû kar û xebatên xwe pêkanîne û her tiştê me amadeye. Lê nîqaşek wisa heye ku ev hilbijartin pêk werin yan jî ne, ji ber hin aliyên ser bi Sedir ve wisa didin xuyakirin ku di Rojhilata Navîn de alozî heye, lewma dixwazin ji bo meha nîsana sala pêşiya me bên paşxistin. Ji ber ku ji niha ve, hêzên beriya niha bûne desthilatdar, dîsa di aliyê hilbijartinan de xwe dane pêş û dixwazin xwe cardin bikin serwer. Nêzîkatiyên gel ji vê hilbijartinê re sarin. Me wek PADÊ bi YNK’ê û hin partî, kesayet û aliyên ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de li hember çeteyan şer kirine û xizmetkarin ji bo gel, bi wan re hevpeyman îmzekiriye ku em ê bi hevre tevlî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin.”

‘Gelê Mûsilê êdî PDK’ê naxwaze’

Hecî behsa girngiya hilbijartinê ya ji bo parêzgeha Mûsilê dike: “Ji ber di dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de herî zêde Mûsil zerar dît û ji bo avakirina Mûsilê aboriyek mezin pêwîste, hemû alî dixwazin hêza xwe ya siyasî li Mûsilê zêde bikin daku karibin di dema pêşde sûd ji vê aboriyê werbigirin. Niha gelê Mûsil jî di nava lêgerînê deye, ji ber demeke dirêje PDK li Mûsil serwere û niha jî hemû hêza xwe daye Mûsilê, lê gel êdî wê van partiyan qebûl neke.”

‘PDK dengê koçberên Şengalê ji xwere dihesibîne’

Di dewama axaftina xwe de Hisên Hecî balê dikêşe ser vegera gel û astengiyên li himber wan: “Wezareta Koç û Koçberan biryar daye koçber vegerin û li Şengalê dengê xwe bidin, lê carek din Komîsyona Hilbijartine serdana nava wargehan kir û ji bo dengê xwe liwir bidin, kar dike. Ev kêmasiya xelkê meye, ji ber venegeriyane ser malên xwe. PDK’ê ji niha de van dengê koçberan ji xwere hesab dike. Wezareta Koç û Koçberan hewl dide êzidiyan vegerîne Şengalê, lê PDK bi rêya hinek kesayetên êzidî ku ser bi wanin, astengiya li ber vegera xelkê çêdikin, di nava perlemantoya Iraqê de.”

‘Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê li ser karê xwe ye’

Herî dawî Hisên Hecî  wiha dibêje: “Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ji bo pêkhateyên Şengalê kar dike. Lê herdem ji bo Şengalê rojevekê çêdikin, ji bo gel bê hêvî bibe û ev koordînasyona hatî avakirin, ji bo karibe di aliyê siyasî û civakî de bibe nûnerê xelkê Şengalê bi hemû hêza xwe kar dike. PDK’ê bi rêya ragihandina xwe wisa dide xuyakirin ku ev koordînasyon hatiye belavkirin, lê rojane em kom dibin û ji bo pêşeroja Şengalê di nava kar û xebatan dene. Ji bo ev koordînasyon belav bibe hewldanên  PDK’ê hene. Lê em her li ser karê xwene û di vê demê de ji her demê zêdetir em karê xwe didin meşandin, îradeya me ji hemû planan mezintire, ji ber ku me bi xwîna şehîdan sond xwariya.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar