Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Dewleta tirk dixwaze Efrînê tev li axa xwe bike’

Hediye Yûsif anî ziman ku dewleta tirk li Efrînê demografyaya herêmê diguherîne û bi polîtîkaya tirkkirinê dixwaze xwe mayînde bike. Yûsif got ku dewleta tirk ji aloziyên di navbera hêzên navdewletî sûd digire û wiha derbirî: “Siyaseta dewleta tirk ew e ku Efrînê qut bike û tev li xwe bike.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsif têkildarî geşedanên dawî yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Sûriye ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi Hîvda Hebûn re axivî. Yûsif diyar kir ku NATO û Yekitiya Ewropayê (YE) serê xwe li ber gef û şantajên dewleta tirk tewandine. Yûsif diyar kir ku van hêzan çavên xwe li hemû binpêkirinên dewleta tirk re girtine û ji ber vê yekê jî dewleta tirk bi awayeke serbest li herêmê terorê dike.

Hediye Yûsif bal kişand ser dagirkirina Efrînê û ev nirxandin kir: “Hevkariya Rûsyayê û dewleta tirk bandora xwe li ser Sûriyeyê kir. Ji bo ku hêzên Sûriyeyê zêde pêş de neçin, Evrîn bi hevkariya Rûsya û Tirkiyeyê hate dagirkirin. Gelê Efrînê bi darê zorê ji axa wan hat derxistin. Ev 14 meh in Efrîn dagir kiriye. Dewleta tirk demografyaya herêmê diguherîne û polîtîkaya tirkkirinê dimeşîne. Bi tirkmenên ku ji deverên cuda tîne û bi mirovên din, dixwaze nasmaye tirk ava bike û hebûna xwe rewa bike. Avakirina dîwarê li ser sînorê Efrînê jî bi vê polîtîkayê ve girêdayî ye. Dixwazin Efrînê girêdayî xwe bikin. Her wiha dixwazin di dema pêvajoya ser maseyê de jî destê xwe xurt bikin.”

Şantajên dewleta tirk

Yûsif piştre jî qala bêdengiya NATO û YE’yê ya li dijî van binpêkirinên dewleta tirk kir û wiha got: “Tirkiye bi gelek rêbazên gefxwarinê NATO û YE’yê bêdeng dike. Pisgirêka penaberan, baregehên NATO’yê yên li ser xaka xwe, pozîsyona xwe ya siyasî, aborî û dîplomatîk weke amûreke gefê bi kar tîne. Ji 2014’an ve li ser xaka xwe çeteyan xwedî dike û li Sûriyeyê dide şerkirin. Bi vê tora terorê jî gefan dixwe. Ev hêz di mijara tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û destwerdana AKP’ê ya di hilbijartinê de jî bêdeng man.”

Hevkariya Rûsyayê û bêdengiya cîhanê

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsif wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta tirk ji krîzên di navbeyna Rûsya û DYA, Îran û Rûsya û Rûsya û Îsraîlê de sûd werdigire. Dixwaze ji vê krîza heyî sûd wergire û dagirkeriya xwe ya li Cerablus, Ezaz, Idlib, Efrîn û herêmên din rewa bike û xwe mayîn de bike. Li ber çavê cîhanê welatekî dagir kir, parçe dike û gefan li herêmê dixwe. Lê cîhan bêdeng e. Dema ku dewleta tirk dîwar li Efrînê lê dikir, şandeyên Rûsyayê rojane diçûn Efrînê û hevdîtin dikir. Gelê me li dijî vê bêdengiyê, helwest û berxwedaneke milîtanî nîşan da. Gel vê rewşê tu caran qebûl nake. Piştî vê helwestê, Rûsya neçar ma ku ji dewleta tirk re bibêje; ‘we ne got em ê dîwar lê bikin.’ Rayedar û serokên rûs dibêjin ku lihevkirina wan ew bû ku dewleta tirk Efrînê ji rejîmê re bihêle. Ji xwe berdevkê NY’yê yê Sûriyeyê Beşar Caferî jî got; ‘dagirkeriya dewleta tirk sê caran ji ya Îsraîlê zêdetire û Tirkiye kana terorê ye.’ Ger rejîm xwe weke xwedî îrade bibîne, wê demê bila helwesta xwe zelal bnike û bibêje; ‘werin em bi hev re dawî li vê dagirkeriyê bînin.’ Divê raya giştî ya cîhanê li dijî vê dagirkeriyê xwedî helwesteke rasteqînî be.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar