Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Dewleta tirk dixwaze pêşî li tunebûna DAIŞ’ê bigire’

30 rêxistin, partî û komeleyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku dewleta tirk bi gefên xwe dixwaze pêşî li tunebûna DAIŞ’ê bigire. Rêxistinan destnîşan kir ku ger dewleta tirk êrîş bike, hêzên wan dê heta dawiyê sînorên xwe biparêzin

Gefên dewleta tirk ên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Bi rojeva gefên dewleta tirk ên li dijî rêveberiya xweser û Komîteya Makeqanûna Sûriyeyê, 30 rêxistinên kurd, ereb û suryanan ên ji bakurê û rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava ya li Qamişloyê civiyan. Piştî civînê jî daxuyaniyeke hevpar hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta tirk axa Sûriyeyê dagir kiriye û gefên dewleta tirk jî li dijî hewldanên diyalogê yên siyasî ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta tirk bi gefên xwe çeteyên DAIŞ’ê divejîne û hêviyê dide çeteyên ku ji hêla şervanên HSD’ê ve hatine têkbirin.

Dê sînor bên parastin

Di berdewama daxuyaniyê de jî hat gotin ku yek ji armancên sereke ya dewleta tirk ew e ku nehêlin HSD bi awayeke bibandor li dijî DAIŞ’ê şer bike û wê rêxistina terorê tune bike. Her wiha beşdaran da zanîn ku her êrîşeke dewleta tirk dê bibe sedem ku operasyonên li dijî DAIŞ’ê bisekinin. Beşdaran daxuyand ku li hemberî hemû êrîşan jî dê hêzên wan sînorên bakur û rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.

Komîteya Makeqanûna Sûriyeyê

Beşdaran diyar kir ku ji ber vetoya dewleta tirk û bêdengiya hêzên navdewletî, nûnerên derdora 5 milyon kes ên ji pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê tev li Komîteya Makeqanûna Sûriyeyê nehatine kirin. Rêxistin, partî û komeleyên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê herî dawî jî gotin ku dê tu komîteyên ku beriya wan makeqanûn amade kirine nas nekin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar