Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Dewleta tirk dixwaze qirkirina ku osmaniyan pêk anî temam bike’

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Xabûrê Madlên Xemîs got ku dewleta tirk û çeteyên wê agirbestê binpê dikin. Xemîs diyar kir ku dewleta tirk dixwaze qirkirina ku osmaniyan pêk anî temam bike

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Xabûr Madlên Xemîs têkildarî şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û hêzên dagirker ên li eniya Til Temirê, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi Cîhan Bîlgîn re axivî. Xemîs anî ziman ku gelê herêmê di bin gefa qirkirina dewleta tirk de ye û dewleta tirk hewl dide komkujiya ku osmaniyan pêk anî, temam bike.

Madlên Xemîs diyar kir ku tevî agirbestê jî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê didomin û wiha got: “Derdora 70 gundên li dora Til Temirê ji hêla çeteyên delweta tirk ve hatine dagirkirin. Bi sedan şênî neçarî koçberiyê hatin kirin. Em jî di çarçoveya mafê xweparastinê de li ber xwe didin. Di êrîşên xwe de hemû çekên giran û balafirên keşfê yên bi çek bi kar tînin.”

Vekirina qada hewayî

Bi domdarî jî Xemîs ev tişt destnîşan kir: “Ger balafirên keşfê yên biçek nebûna, dê dewleta tirk nekarîbûya gundekî jî dagir bikira. Bangawaziya me ya ji bo girtina qada hewayî nehat pêkanîn.  Qala agirbestê dikin lê li qadê tiştekî we nîne. Dewleta tirk û çeteyên wê agirbestê binpê diikn. Em jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersiva êrîşan didin. HSD 32 km’yan vekişiya û niha hêzên me herêmê diparêzin.Tevî vekişînê jî êrîş didomin.”

Amadekariyên êrîşên nû

Madlên Xemîs diyar kir ku çeteyên dewleta tirk a dagirker amadekariya êrîşeke mezin li ser navçeya Til Temirê dike û wiha derbirî: “Li gundên ku dagir kirine çekên giran bi cih kirin. Hêzeke mezin a leşkeran jê lê bicih kirin. Dewleta tirk pişta xwe daye çeteyên El Nusrayê. Dewleta tirk û çeteyên wê ji bo Til Temirê xetereyeke mezinin.”

‘Dewleta tirk bi komkujiyan tê naskirin’

Herî dawî jî fermandar Madlên Xemîs ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk ji dîrokê ve bi komkujiyan tê nasîn. Gelê me niha di bin xetereyê de ye. Bi taybet jî gelê suryan, asur û ermen hedef tê girtin. Dixwazin qirkirina ku osmaniyan destpê kiribû temam bikin. Lê em jî dê li ber xwe bidin. Çete niha gundên Til Temirê yên stratejîk hedef digirin. Gundên Til Tewîl û Til Werdê çend ji van gundan in. Li dijî êrîşan erka me ya sereke parastina ax û gelê me ye. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.” TIL TEMIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar