Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Dewleta tirk dixwaze Rêveberiya Xweser têk bibe’

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Heêma Efrînê Hediye Yûsif diyar kir ku hêzên hegemonîk ji bo ku planên xwe pêk bînin, dewleta tirk bi kar tînin. Yûsif destnîşan kir ku dewleta tirk hewl dide Rêveberiya Xweser têk bibe û rê li ber çareseriya siyasî bigire

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hediye Yûsif têkildarî geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gelemperiya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn, ji Jinnewsê bi Ferîde Zade re axivî.

Hediye Yûsif di serî de bal kişand ser rewşa Îranê û wiha got: “Sêyemîn Şerê Cîhanê gihiştiye asteke pir hesas û xetere. Hemû hêzên hegemonîk hewl didin serweriya xwe bi pêş bixin. Yek ji planên wan jî dorpêçkirina Îranê bû. Bi rêya siyaset û ferzkirina ambargoyan xwestin Îranê ji gelek deverên lê ye vekişînin. Her wiha aboriya Îranê lawaz kirin. Di vê rewşê de Îran jî ji çêkirina ûranyûmê yan jî vekişandina ji herêmên Rojhilat Navîn binirxîne. Rewşa Iraq, Lubnan û Yemenê jî dike ku rewşa Îranê xerabtir bibe. Îran jî ji bo xwe ji van zextan xelas bike, hewl dide bi hin hevpeymananên navneteweyî çêbike. Rewşa navxweyî jî dixwaze bi tundiyê çareser bike. Rêjeya birîndar û kuştiyên Îranê gihîştiye asteke ku nayê zanîn. Aloziya heyî dê rewşa Îranê mîna ya Iraq û Lubnanê bike.”

‘Hêzên hegemonîk dewleta tirk bi kar tînin’

Di berdewamê de jî Yûsif qala dewleta tirk kir û wiha got: “Hêzên hegomonîk ji bo ku planên xwe pêk bînin, Tirkiyeyê bi kar tînin. Hin cihên stratejîk ku berjewendiyên hêzên navneteweyî diparêzin hene. Dewleta tirk jî dixwaze cihê xwe mayinde bike. Dixwaze qada dagirkeriyê berfireh bike. Lewma alîkariyê dide komên çete. Niha jî dewleta tirk ji bo dagirkeriya xwe berfireh bike, dixwaze leşkeran bişîne Lîbyayê. Dewleta tirk bi aşkerayî gefan li hêzên cîhanê dixwe. Koçberan li dijî dewletan weke gefekî bi kar tîne. Ji bo parastina çeteyan jî gefan li NATO’yê dixwe. Ji bo ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, rê li ber çareseriya siyasetê girt.”

‘Di hevpeymana Astanayê de teslîmkirina Idlibê hebû’

Bi domdarî jî Yûsif anî ziman ku dewleta tirk hemû çeteyên xwe li Efrîn û Idlibê bi cih kirine û wiha pê de çû: “Rûsyayê jî xwest ku hebûna xwe ya li Sûriyeyê ya li dijî Amerîka û hêzên koalîsyonê xurtir bike. Ji bo serkeftina xwe jî dewleta tirk bi kar anî. Di hevpeymana Astanayê de biryara teslîmkirina Idlibê û gundewarên wê ya ji bo rejîma Sûriyeyê hebû. Berdewamiya vê planê dagirkeriya Serêkaniyê û Girê Spî bû.”

‘Cîhanê çavên xwe li komkujiyan girtin’

Herî dawî jî Hediye Yûsif wiha got: “Dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe li komkujiyan re digirin. Di şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de helwestên gelek dewletan derketin pêş. Amerîka jî ji bo ku çekên xwe bifiroşe, çavên xwe ji êrîşên dewleta tirk re girtin û tenê cihê petrolê parast. Dewlet tirk jî li cihên ku dagir kirin demografyaya heêmê guhert û çete lê bi cih kirin. Dewleta tirk alîkarî da çeteyan. Lê li dijî terorê jî yên bedelên giran dan kurd bûn. Şervanên HSD’ê her dem şerê terorê kir. Berxwedana HSD’ê bû mînak. Şervanên kurd her dem ji bo azadî û aramiya gel li ber xwe da. Em jî heta dawiyê dê demokrasî, aştî û azadiya hemû gelan biparêzin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar