Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Dewleta tirk endamên Hemasê li Efrîn û Babê bi cih kir

Li gorî agahiyan dewleta tirk ji 20’ê cotmehê ve bi hezaran endamên Hemasê li kampên li bajarên Efrîn û El Babê bi cih kiriye. Her wiha çeteyên DAIŞ'ê yên di destên HSD’ê de ne li xwe mikur hatin ku kesên êlekên ÎHH'ê li xwe kirine, ew birine Sûriyeyê.

Dewleta tirk a dagirker piştî şerê Îsraîl û Filistînê lez daye planên xwe yên qirêj. Ji 20’ê cotmehê ve bi hezaran endamên Hemasê li kampên li bajarên Efrîn û El Babê hatine bicihkirin. Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pêbawer ên li herêmê wergirtine; endamên Hemasê ji Xezayê dibin bajarên Kîlîs û Dîlokê û ji wir jî dibin herêmên dagirkirî. Li gorî nûçeya ku malpera nûçeyan Lekolin.org parve kiriye, li kampa ji bo endamên Hemasê ya li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, di bin çavdêriya Saziya Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk (MÎT) de zêdetirî 4 hezar kon û xanî hatin avakirin. Çêkirina kampa dewam dike û ji 3 beşan pêk tê. Çeteyên Feyleq El Şam bi serkêşiya MÎT’ê kampê bi rê ve dibin.

Di 17’ê mijdarê de zêdetirî 75 malbatên çeteyan ku di nav de gelek malbatên Hemasê jî hene, veguhastin herêmê da ku li kampên li gundê Çeqela yê navçeya Şiyê ya Efrînê di bin çavdêriya çeteyên El Emrat de werin bicihkirin. Bi sedan malbatên Hemasiyan li van konan bi cih kirin.

Bi dehan hemasî li Cindirês bi cih kirin

Di 19’ê Cotmehê de di destpêka şerê Hemas û Îsraîlê de dewleta tirk bi koordîneya Kuwêt, Qeter, Îxwan Muslîmîn û Hemasê, bi dehan malbatên endamên Hemasê ji Xezayê anîn navçeya Cindirês a Efrînê. 75 malbatên Hemasê di bin çavdêriya wesayîtên zirxî yên dewleta tirk de anîn kampa Dêr Belût a Cindirêsê. Her wiha 150 kon di kampê de hatin vedan.

Di dawiya meha mijdarê de jî li Babê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ye, bi heman rêbazê kon vedan û zêdetirî 150 malbatên Hemas lê bi cih kirin.

Komeleyên tirk di xizmeta çeteyan de ne

Fînansoriya kampê yekser ji aliyê rêxistinên paravên MÎT’ê; Destên Spî, ÎHH û El Eyş El Kerama (Komeleya Jiyana Birûmet) ya Filistînê ve ku MOSSAD bi rê ve dibe, tê kirin.

Ev komele li herêmên dagirkirî gelek sûcan dikin û nemaze ji bo guhertina demografiyê xebatan dikin. Me qeydên sûc ên van saziyên qaşo komele ne, berhev kirin.

Di çapemeniya Filistînê de hate ragihandin El Eyş El Kerame bi navê alîkariya mirovî ya ji koçberên filistînî yên li Quds û derdora wê re, zor lê kirine ku dîsa koçber bibin. Komeleyê li Efrînê gelek buro vekirine, bi zorê gelê herêmê neçarî misilmaniyê dike û mizgeftan li gundên êzidiyan çêdike û paqijiya etnîk dike da ku demografiyê biguherîne. Komeleyê ji bo bicihkirina penaberên filistînî li herêmên dagirkirî, gelek buro ava kirin. Di bin çavdêriya MÎT’ê de bi dehan malbatên hemasiyan li Efrînê bi cih kirin.

Komeleya Şexaf bi fînanseya dewleta tirk li navenda Efrînê ya dagirkirî hatiye avakirin. Nasnameyeke wê ya fermî nîn e û bi fermana MÎT’ê li dibistan û zanîngehan xebatên îstixbarat, xapandin û sîxuriyê dike.

Serokê komeleyê Ekrem El Hemsî ye û navenda wê li Ezazê ye. 60 endamên wê hene ku li gorî telîmatên MÎT’ê tev digerin. Ev endam bi telîmatên MÎT’ê bi dizî li dibistan û zanîngehan bi cih bûne, li herêmên Efrîn, Idlib, Ezaz û Cerablusê bi awayekî aktîf xebatên îstîxbarat, perwerdeya leşkerî û perwerdeya dronan dimeşînin.

Di bin navê ÎHH’ê çeteyan dibin cihên dagirkirî

ÎHH (Komeleya Alîkariya Mirovî) bi navê alîkariya mirovî, li hemû welatên ku dewleta tirk bi komên çete yên El Qaîde-DAIŞ-El Nusra re bi taybetî li Sûriyeyê şer daye destpêkirin, bi desteka xwe ya ji bo komên çete yên radîkal ên wekî DAIŞ’ê tê nasîn. ÎHH’yê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk û komên çete de yên wekî Efrîn, Ezaz, Cerablus, Bab El Hewa, Bab El Selam û Cebel Tirkmen bi salan koordîneya derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê ji Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê ve kir. Bi dehan çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Sûriyeyê êrîşên dermirovî pêk anîn û piştre di operasyonên QSD’ê de hatin girtin, li xwe mikur hatin ku kesên êlekên ÎHH’ê li xwe kirine, ew birine Sûriyeyê.

Li kampa Holê bi hezaran malbatên DAIŞ’iyan dimînin. Gelek kesên hewl da ji kampê birevin, li xwe mikur hatin ku ÎHH’ê ji bo qaçaxçitiyê gelek malbatên DAIŞ’iyan şandine herêmên dagirkirî û pere danê û ji bo van karan qaçaxçî bi rêxistin kirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar