Çeteyên DAÎŞ’ê 20’ê çileya 2022’yan bi piştgiriya îstîxbarata tirk MÎT’ê êrîşeke berfireh biribûn ser girtîgeha li bajarê Hesekê ku DAÎŞ’î lê girtî ne. Bi êrîşê hatibû xwestin ku girtiyên DAÎŞ’î bêne revandin, bajar bê dagirkirin, lê bi nêzîkatiya berpirsyarane û têkoşîna HSD, YPG-YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelê herêmê ev plan hatibû têkbirin.
ANF’ê xwe gihand mikurhatinên serçeteyekî DAÎŞ’ê ku navê “Reşîd” li xwe kiriye.
Serçeteyê DAÎŞ’ê Mûhammed Abd Avad bi navê lixwekirî ‘Reşîd’ di sala 1987’an de li Til Temirê ji dayik bûye, di sala 2013’an de tev li nava DAÎŞ’ê bûye.
Li gorî agahiyên ku me ji hêzên ewlekariya hundirîn wergirtî, Reşîd berpirsyarê gelek êrîşên hovane yên li herêmê ye. Reşîd ji kiryar û berpirsyarê êrîşa 27’ê tîrmeha 2016’an a li Qamişloyê ye, ku bi qemyoneke bombebarkirî êrîş hatibû kirin û 62 kes şehîd bûbûn. Reşîd ji aliyê DAÎŞ’ê ve weke ‘waliyê’ Hesekê û Serêkaniyê hatibû wezîfedarkirin.
Reşîd têkildarî êrîşên li ser Hesekê ev agahî da: “Plana êrîşê ya li ser girtîgehê di nîsana 2021’ê de kete dewrê. Ji aliyê pratîkî ve min bi xwe êrîş bi rê ve dibir. Meha nîsanê ji aliyê Nasir Dînallah ve hatim wezîfedarkirin ji bo êrîşî girtîgehê bikim. Wê demê li Reqayê bûm. Me plan û fermana êrîşê ji Nasir Dînallah wergirt. Nasir Rêveberê Dîwana Ewlekariyê ye. Teqez li wan herêman e ku dewleta tirk û komên ser bi wî ve lê ne. Nasir Dînallah li Babê dimîne. Bab ji bo DAÎŞ’ê cihê herî bi ewle ye.”
Ji ber tedbîrên Rêveberiya Xweser êrîş taloq da
Serçete bi dewamî li xwe mikur hat ku çeteyên DAÎŞ’ê yên li herêmê li qadên Rêveberiya Xweser hevdîtina yekser nekirin, dem bi dem li herêmên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin li hev civiyan, civînên xwe pêk anîn. Serçete qala rêxistina li nava girtîgehê jî kir û got, “Destpêkê têkiliya min a bi girtîgehê re tune bû. Nasir têkilî bi girtîgehê re datanî. Nasir wêneyên li ser girtiyan û girtîgehê şand. Dîmenên ku nîşan didan bê kîjan girtî li kîjan beşa girtîgehê ne. 10 roj beriya destpêkirina êrîşê min bi xwe têkilî bi girtîgehê re danî.”
Serçete Reşîd qala detayên li ser êrîşê kir: “Li gorî planê, ji bilî bombevanê xwekuj êrîş wê bi 30 kesî bihata kirin. Ji bo êrîşê wesayitên bombebarkirî hatin amadekirin. Wesayitek wê li Xaçerêya Panorama, wesayiteke din jî wê li pêşiya deriyê bingehîn ê girtîgehê bihata teqandin. Êriş wê êvarê bihata kirin. Du Toyota û wesayitek H1 ji bo cebilxaneyan hatibûn amadekirin 2 kesan liv û tevgera li herêmê radigihandin. Li gorî planê, êrîş diviyabû meha cotmehê bihata kirin. Lê belê ji ber tedbîrên tund ên ewlekariyê yên li herêmê (Ji ber şewba korona û bicihkirina panzeran li herêmê) nehate kirin û me biryar dan ku meha mijdarê bikin. Zexteke giran hebû ku beriya girtî ji bo girtîgeha nû bêne veguhastin divê plan bi cih bê anîn.”
‘Dewleta tirk me fînase dikir’
Serçete mikur hat ku piştî êrîşê wê çek ji çeteyên DAÎŞ’ê yên girtî bihata dayin û herêmeke weke Xiwêran Meşva li Hesekê bihata dagirkirin. Serçete Reşîd anî ziman ku eger ew bihata girtin wê serçeteyê DAÎŞ’ê E.E. bihata wezîfedarkirin. Reşîd diyar kir ku eger Nasir Dînallah bihata bêbandorkirin wê bi rêya ‘waliyên’ DAÎŞ’ê yên Reqa û Dêra Zorê xwe bigihanda kesê bikeve şûna wî û got, “Ji bo têkilî di navbera hucreyên êrîşê bê danîn kûryeyek hebû.”
Serçeteyê DAÎŞ’ê Reşîd anî ziman ku saziyên ewlekariyê yên tirk fînansorî ji hucreyên razayî yên DAÎŞ’ê yên li Rêveberiya Xweser re dikin û qala rola dewleta tirk kir, “Hin kesên li Tirkiyeyê hucreyên DAÎŞ’ê yên li herêmên Rêveberiya Xweser fînanse dikirin. Têkiliya van kesan bi saziyên ewlekariyê yên Tirkiyeyê re xurt bû. Payebilindên ewlekariyê hem êrîş hem jî karên DAÎŞ’ê yên li herêmê fînanse dikirin.”