Dewleta tirk a dagirker êrîşê dibe ser jîngehên sivîl ên Til Temir, Eyn Îsa û Minbicê.
16’ê tebaxê dewleta tirk bi balafiran êrîş anîbû ser Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, her wiha bi obûs û hawanan êrîş bir ser gundên Eyn Îsa û Minbicê.
Li ser xeta Eyn Îsa rêya M4’ê û gundên Mieleq, Seyda, Dibis, Hşan û Xalidiyê bi rojan e ji hêla dewleta tirk a mêtinger ve tê bombekirin.
Bejahiya Minbicê ev bi hefteyan e bi domdarî tê bombekirin.
Xasma gundên bakur û rojhilat Seyada, El Camûsiyê, Mezraet el Dilwan, Yasîn el Ereb, Qirt Wêran, Girhutuk, , El bû Heyc, Um Edese, Kawiklî, El Boxaz, El Yalani, Toxar, Erîma, Hoşeriyê, Um Miclud, Dendenliyê, Mezraet El Fawaris û El Fazris dibe hedefa êrîşên dewleta tirk a dagirker.
Vê hefteya dawî dewleta tirk a dagirker bi kêmanî 211 obûs û hawan avêtin van deran. Di êrîşên dewleta tirk de ziyan giha ser gelek mal, baxçe û erdên çandiniyê. MINBIC