Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û êrîşên hatine kirin, ev daxuyanî da:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
Di 15’ê çileyê de li nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amêdiyê û li nêzî gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladize ya Amêdiyê tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan
Di 15’ê çileyê de dewleta tirk çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amêdiyeyê ji saetên sibehê heta êvarê 11 caran bi çekên kîmyewî bombe kir. Her wiha çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda yê navçeya Şêladize ya Amêdiyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.
Di heman rojê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço û gundê Sîda ya girêdayî navçeya Şêladize ya Amêdiyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.