Dewleta tirk a dagirker bi hawan û obusan êrîşî gundê Qizelî yê Eyn Îsayê dike. Di heman demê de li ser gund jî balafirên şer û keşfê digerin
Êrîşên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe yên qirkirinê yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomînin. Tevî ‘agirbesta’ ku bi navbeynkariya DYA’yê di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dewleta tirk de hatiye lihevkirin jî, dewleta tirk êrîşên xwe yên qirkirinê didomîne.
Di vê çarçoveyê de di van saetan de hêzên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Qizelî yê Eyn Îsayê dikin.
Her wiha li ser asîmanê gundê Qizeliyê jî balafirên şer û keşfê digerin. GIRÊ SPÎ