Dewleta tirk a dagirker di nava felaketa erdhejê de topbaran li herêma Şehbayê li navçeya Til Rifetê kir.
Di encama vê topbaranê de Yûsêf Ebid ê 70 salî jiyana xwe ji dest da, kalemêrekî din jî birîndar bû. Yûsêf Ebid ji Helebê bû, ku piştî erdhejê xwe li herêma Şehbayê girtibû. Hat ragihandin ku topbarana dewleta tirk a li ser herêma Şehbayê hîn jî dewam dike.