Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dewleta tirk fosfora spî û nepalm bikar anî’

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif destnîşan kir ku dewleta tirk di êrîşa dagirkirinê ya li ser Rojava de gelek caran sûcê şer kiriye. Yûsif got ku dewleta tirk fosfora spî û nepalm bikar aniye û ew têkildarî vê dosya amade kirine

Endama Destaya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif tev li bernameya akuel a Jin TV bû, mijarên di rojevê der nirxand.

Yûsif destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşa dewleta tirk a li ser Rojava û ragihandina agirbestê û diyar kir ku biryara agirbestê hem ji aliyê HSD û hem jî ji aliyê rêveberiyê ve weke gavek ji bo bidawîkirina şer û qirkirinê digirin dest. Yûsif anî ziman ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk her demê li gel wê ye ku pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike û da zanîn ku dewleta tirk her tim alîgiriya şer kiriye û şer hilbijartiye.

Gelek sivîl hatin qetilkirin

Di axaftina xwe de Yûsif destnîşan kir ku di êrîşa dewleta tirk de li Serêkaniyê û Girê Spiyê gelek sivîl hatine qetilkirin û wiha domand: “Ji bo rawestandina vê gavek wiha hate avêtin. Tevî ku tu baweriyek nîne ku tirk li gorî vê tevger bike, em girêdayî vê gavê man, çi xwestin me anî cih. Her çendî weke HSD’ê û rêveberî tişta pêwîst bi cih jî anî be, dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, bêyî ku saetek du saet derbas bibin, dest bi êrîşan kir û êrîşên wan hê jî didome. Dewleta tirk di bin navê agirbestê de xwest êrîşên xwe yên li ser sivîlan binixûmîne. Hem jî xwestin zexta hem DYE’yê û dîsa raya giştî ya cîhanê a li ser Trûmp sist bike û xwest vala derbixe. Li dijî Erdogan û dewleta tirk nerazîbûnên cidî hene. Di qada navneteweyî de li ber biryargirtinê bû lê ji bo bidawîkirina nerazîbûnên heyî tu nêzîkatiyek raber nekir. Heta niha jî şer ranewestiyaye.”

Gel neçarî koçberiyê bû

Yûsif bi bîr xist ku ji ber şer gel neçarî koçberiyê dibe û wiha pêde çû: “Gelê koçber bû li qadên din hatin bicihkirin. Ji bo bi sed hezaran kesên hem ji Girê Spî û hem jî ji Serêkaniyê koçber bûn kamp hatin çêkirin. Ji ber demsala zivistanê jî zoriyên mezin derdikevin holê.

Di axaftina xwe de Yûsif bal kişand ser daxuyaniyên Trûmp ên li ser êrîşan û diyar kir ku daxuyaniyên Trump rê li ber bingeha qirkirina etnîkî ya dewleta tirk vedike û ev tişt anî ziman: “Divê gelê me di bin grantoriya navneteweyî de vegerin mal û cihên xwe. Yan jî wê paqijiya etnîkî û qirkirin pêk bê. Çekên Erdogan li dijî zarok û jinan bikar anî li holê ne. Ger ku êrîşek ewqasî bê perwa heye, ev gel wê neçe li ber rehma wan nejî. Karesatekî mirovî heye. Di çarçoveya madeyên gotubêj li ser hate kirin de divê çete ji wan herêman derkevin. Yan jî gel nikare vegere ser cih û warên xwe. DAIŞ li wir di bin naveke din de kar dike. Artêşa tirk û çeteyên li wir mîna DAIŞ’ê xwe birêxistin dikin.”

Bikar anîna çekên qedexe

Her wiha Foza Yûsif anî ziman ku niha DAIŞ li Serêkaniyê xwe bi naveke din bi cih dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di serî de kurd û her kesê li dijî wan weke dijmin dibînin. Malên welatiyan hildiweşînin. Dest danîne ser gelek malan, li wir bi cih bûne. Qirkirin û paqijiya etnîkî piştî HSD’ê ji wir derket û şûnde pêk hat. Hêzên bûne navbeynkar bila biçin Serêkaniyê tişta li wir dibe bi çavên xwe bibînin. Ji roja yekem ve gelek sûcên şer hatin kirin. Fosfora spî û nepalm hate bikaranîn, înfaz hatin kirin. Têkildarî vê me dosya amadekiriye, komîsyon hatine avakirin. Ev komîsyon serlêdanên ji bo cihên pêwîst wê bikin. Wê dozê vekin û em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Çawa ku em mafê xwe yê rewa bicih tînin, di qada parastina hiqûqî de jî em ê têkoşîna xwe bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar