Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Dewleta tirk girtîgehên bi tîpa S ji bo mirinê ava dike’

Parêzer Destîna Yildiz anî ziman ku li Tirkiyeyê halêhazir 6 girtîgehên bi tîpa S hene û tê payin ku yên nû bêne çêkirin li ser kiryarên li girtîgehên bi tîpa S agahî da û got: “Girtîgehên bi temamî di çarçoveya tecrîda mutleq tê avakirin û girtiyan bi saxî dide kuştin.”

Bi guhertina qanûnî re girtîgeh ji aliyê sûcdarên edlî ve hatin valakirin, lê belê Wezareta Edaletê ya tirk hîn jî girtîgehên nû ava dike.

Komeleyên Civaka Sivîl li ser cudahiya navbera girtîgehên bi tîpên F û S agahî ji Wezareta Edaletê xwestin, lê belê bêbersiv hatin hiştin. Girtîgehên bi tîpa S ku ya destpêkê sala 2021’ê hate avakirin, ji aliyê kiryarên tecrîdê ve nûkirina girtîgehên bi Tîpa F ne.

Li tevahiya Tirkiyeyê li Bodrûm, Îdir, Manavgat, Antalya, Samsûn û Kirşehîrê 6 girtîgehên bi tîpa S hene. Li gorî daxuyaniya Wezareta Edaletê ya tirk ku meha çileyê da, wê îsal 20 girtîgehên nû bêne avakirin û tê texmînkirin ku di nava van girtîgehan de yên bi tîpa S jî hene. Di vê pêvajoyê de ku sirgûnkirina girtiyên siyasî yên ji bo girtîgehên bi tîpa S zêde bûye, endama Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê Şaxê Stenbolê parêzer Destîna Yildiz li ser girtîgehên bi tîpa S û kiryarên li van girtîgehan ji ANF’ê re axivî.

‘Wezaret di mijarê girtîgehan de polîtîkayeke tevlîhev dimeşîne’

Destîna Yildiz diyar kir ku girtîgehên bi tîpa S ji aliyê fîzîkî ve gelekî dişibin girtîgehên bi tîpa F, herdu girtîgeh jî ji bo tecrîdê hatine avakirin û li gorî hevdîtina ku bi muwekîlên xwe li du girtîgehên bi tîpa S pêk anî, têkildarî girtîgehên bi tîpa S û cudahiya wan a bi tîpa F re wiha axivî: “Muwekîlên min gotin, girtîgeh ji sê qatan pêk tê, li qatê herî jor hucreyên yek kesî hene, li van hucreyan cihê bêhndanê nîne, di dema bêhndanê de girtî ji cihekî cuda re têne birin.

Li jêr jî 7 hucreyên ji sê kesî hene. Cihê bêhndana yek ji van ji bo girtiyên li hucreyên yek kesî têne ragirtin, tê bikaranîn. Rewşa fîzîkî ya hucreyên ji sê kesan ên li qatê jêrê ji tîpa F ne cuda ne. Salona sporê jî ji tîpa F cudatir di navbera blokan de ye, ji ber vê yekê jî nepêkane ku derve bê dîtin. Qadeke sporê ya bi çar dîwaran dorpêçkirî ye.”

Yildiz bi bîr xist ku Wezareta Edaletê ya tirk meha çileyê agahî da raya giştî û diyar kir ku di nava sala 2023’yan de wê 20 girtîgehên nû bêne avakirin, lê belê têkildarî girtîgehên nû polîtîkayeke nediyar tê meşandin û got: “Ji bilî girtîgehên bi tîpa S ên heyî wê girtîgehên nû bêne avakirin û hinek jî hîn karê wê yê înşaetê dewam dike. Girtîgehên bi ewlekariya bilind ên bi tîpa Y, S têne avakirin. Her wiha hin girtîgehên din hene ku navê xwe tenê weke ‘girtîgeha girtî’ derbas dibe û tîpek jê re nehatiye diyarkirin. Hejmara 9’an a Sîlîvrî mînaka vê yekê ye. Girtîgehên têne çêkirin, heta ku karê çêkirinê neqede bi raya giştî re nayê parvekirin bê kîjan tîp e. Girtîgeh piştî ku kete meriyetê hingî li malpera înternetê ya girtîgehan tên parvekirin. Wezaret di vê mijarê de polîtîkayeke tevlîhev dimeşîne.”

‘Girtîhehên bi tîpa S ji bo tecrîdeke mutleq e’

Destîna Yildiz ragihand ku di dema serdana muwekîlên xwe de dît ku veguhastina ji bo girtîgehên bi tîpa S zêde bûne û destnîşan kir ku girtîgehên bi tîpa S ji bo girtiyên cezayê heta bi hetayê lê hatiye birîn tê wateya tecrîdeke hîn girankirî.

Yildiz diyar kir ku tîpên S jî din av de li girtîgehên bi ewlekariya bilind ên nû hucreyên yek kesî hene ku cihê bêhndanê jî lê nîne û got: “Girtîgehên bi tîpa S hîn beriya du salan hatin avakirin. Lewma rêveberiya xwe hîn nehatiye rûniştandin. Muwekîlên min gotin, ji bo rûniştandina rêveberiyê hewl tê dayin ku helwesteke tund bê nîşandan. Profîlên girtiyan têne guhertin. Me li Tîpa S a Antalyayê dît ku hejmara girtiyên siyasî li gorî girtiyên edlî hîn zêdetir e. Dema ku çûm hevdîtinê Girtîgeha bi tîpa S a Bodrûmê hînê nû ketibû meriyetê û sirgûn jî nû destpê kiribû. Hejmara girtiyên edlî zêdetir bû. Hin girtîgehên bi tîpa S hene ku wê nû bêne avakirin. Tevî ku li hucreyên yek kesî cihê bêhndanê nîne jî tecrîdeke giran li girtiyên cezayê heta bi hetayê tê ferzkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar