Hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê gundê Aqîb ê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dikin
Êrîşên hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li ser Efrîn û gundên wê berdewam in. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê gundê Aqîb ê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi çekên giran topbaran dike.
Hat zanîn ku di encama topbaranê de malên sivîlan zirarên mezin dîtin.
Topbarana li ser gundê Aqîbê berdewam dike. EFRÎN