Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dewleta tirk gundê Çamîlî bombebaran kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Dewleta tirk a dagirker doh piştî nîvro gundê Çamîlî yê Qelqeliyê dorpêş kir û malek li gund bi saetan gulebaran û topbaran kir. Piştî bobebaranê cenazeyê 2 kesan ji bin kavilê xanî hate derxistin. 

Doh danê êvarî leşkeran avêt ser gundê Çamîlî yê navçeya Qelqelî ya Wanê. Leşkeran xaniyê ku 2 kes tê de bûn, gulebaran kirin. Li gor agahiyên bi dest ketin, leşkeran gund dorpêç kiriye û operasyon saet di duyê piştî nîvro de dest pê kiriye û heya çar û nîvê esir dewam kiriye.

Cenazeyên 2 kesan ji bin kailan hat derxistin

Hat hînkirin ku li xaniyê ku hinekî dûrî nava gund bûye 2 kesan jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyên kesên ku ji ber gulebarana bi çekên giran jiyana xwe ji dest dan, ji bin kavilan hatin derxistin. Nehat hînkirin ku her 2 kes kî ne û cenazeyên wan birine ku derê.

Leşkerên dagirker nehişt şandeya HDP ÎHD û OHD bikeve gund

Gund heya derengê şevê jî dorpêçkirî bû û ketin û derketina gund qedexe bû. Hat destnîşankirin ku leşkeran avêtiye ser maleke li derdorê jî û Omer Kiliççeken û kurê wî Samî Kiliççeken binçav kirine. Hat diyarkirin ku her du kesên binçavkirî birine Qereqola Cendirmeyan a Qelqeliyê.

Parlementerên Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Sînan Çîftyurek, MAhmût Dîndar û Zulkuf Ûçar, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê bi şev ber bi gund ve bi rê ketin. Lê belê leşkeran bi hinceta operasyonê nehişt şande têkeve gund.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar