Kurdên li rojhilat û bakurê Kurdistanê, li gel zext û komkujiyan jî bazirganiya xwe dewam kirin. Ji bo dewletê, serdana kurdan a li herdu aliyan ‘binpêkirina sînor’, bazirganiya navbera hev jî weke ‘qeçaxçitiyê’ tê dîtin. Polîtîkayên qedexekirinê li ser sînor bû sedema kuştina bi sedan mirovên kurd. Li kurdan qedexe ye ku cejna hev jî li ser sînor bikin, lê belê Afgan dikarin bi hêsanî ji sînor derbas bibin.
Dewleta tirk ku di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de çêrgeh û zozanên li ser sînor qedexe kiriye, ji bo bazirganiya kurdan a nava xwe asteng bike, têgihiştina ‘mazota qaçax dibin û tînin’ afirand û li ser sînor dest bi kuştina gundiyên kurdan kir. Dewleta ku ji ber anîna mazotê ya ji Rojhilat kurdan bi kuştinê ceza dike, destûr da şîrket û fîrmayên mezin ku qaçaxçitiya mazotê bikin.
Waliyê Wanê yê demê Mahmût Yilbaş ji bo çavkaniya pere ji Vansporê re peyda bike, destûr da hin alîgirên dewletê yên li bajêr ku qaçaxçitiya mazotê bikin. Lê belê ciwanên kurd ên tenê bi varîleke petrolê hewl didin debara xwe bikin, li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê yan jî Îranê ve têne kuştin. Li gorî daneyên fermî di navbera salên 2010 û 2022’yan de bi hinceta ‘qaçaxçtiyê’ û ‘binpêkirina sînor’ 125 ciwanên kurd hatin kuştin. Lêpirsînên li ser van bûyerên kuştinê hatin destpêkirin jî bêencam hatin hiştin.
Dîwarên navbera parçeyên Kurdistanê
Dewleta tirk du sal in li ser sînor dîwêr lê dike. Bi vî dîwarî de ku ji navçeya Bazîdê ya Agiriyê destpê dike û ji Wanê digihêje heta Colemêrgê, dixwaze têkiliya navbera kurdan bibire. Tenê li ser sînorê Wanê dîwarê ji 64 kîlometreyî hate lêkirin. Li beşa wê ya ji 55 kîlometreyî jî têlên du û sê alî yên bi jîlet hatin bicihkirin. Li 283 kîlometreyan jî xendek hatin kolandin.
Çêrgeh û zozanên gundiyên kurd hatin dagirkirin
Bi demsala havînê re çêrgeh û zozan hatin qedexekirin. Li qada kîlometreyekê ya dîwarê li ser sînor jî ‘herêma leşkerî’ hate ragihandin. Bi vî rengî çêrgeh û zozanên gundiyên kurd jî hatin dagirkirin. Dewleta ku li hemberî kurdan ewqas tedbîrên giran werdigire, rê dide afganan ku ji sînor derbas bibin. Li sînorê ku kurd lê têne kuştin, penaberên afgan dikarin xwe ji ser sînor çeng bikin û bi hêsanî derbas bibin. Dîmenên ku ji ser sînor tên, vê yekê piştrast dike.
‘Pîrozkirina cejnê jî qedexe ye’
Hevşaredarê Sarayê Şahabettîn Bîlmez ku li gundê Reşka dimîne, diyar kir ku li ser dîwarê ji beton têlên bi metreyekê bilind ên ji stirî hatin bicihkirin û got, “Bi rengê ku kes nikaribe ji sînor derbas bibin dîwar tê lêkirin. Di cejnê de ji wî alî ber bi aliyê me ve dihatin, me cejna xwe pîroz dikirin. Lê belê niha nikarin werin, em nikarin xizmên xwe bibînin. Lê belê penaber li gorî dilê xwe dikarin derbas bibin. Penaberên ku li aliyê Îranê pêlik çêkirine bi hêsanî dikarin derbasî vî alî bibin. Serê 2-3 kîlometreyan qereqol, kûleyên çavdêriyê hene. Nepêkane ku leşker vê nebînin, lê belê destûrê didin.”
‘Gundên li ser sînor têne valakirin’
Bîlmez got, “Tişta ku qaçaxçitî jê re dibêjin, ne karekî îllegal bû; ji bo em pê debara xwe bikin me penêr dibir û difirot, hine dianî” û wiha dewam kir, “Ji sedî 40 ê gundê me hatiye valakirin. Gundên li derdorê û yên li ser sînor jî hatine valakirin. Çêrgeh û zozan jî hatine qedexekirin. Di dema çêkirina dîwar de makîneyên kar ketin nava çêrgeh û zozanên me û xera kirin. Li wê herêmê xendek hatin kolandin. Şert û mercên me yên jiyanê giran bû. Gelê me dest bi valakirina qada sînor kir. Par em gelek caran çûn Qeymeqamiyê û me qala van pirsgirêkan kir. Qeymeqam jî got, ‘pirsgirêka ewlekariyê, tiştekî bê kirin nîne’ û gundî vegerand.”
‘Tapûyên me hatin desterkirin’
Cizyîr Ozkaplan ê ji gundê Xirabsorekê ye diyar kir ku gundên li ser sînor hemû kirine mîna leşkergehê, bi zanebûn didin valakirin û got, “Em jî mîna gundên din bi heman rengî mexdûr in. Li gundê me kûleya leşkerî ava kirin, qedexe danîn ser gundiyan, cotkaran. Li ser sînor qenal û xendek kolan. Bi kûrahiya 3 metreyî xendekan dikolin. Nikarim biçim çêrgehên me, beriya niha bi 3 hezar tonî giha dihate çinîn, lê niha gihîştiye 200’î. Me ji rayedaran re got, lê belê gotin ku herêm qada xezîneyê ye û daxwazên me red kirin. Tapûyên me mafê me ye, mafê gel e, lê hatin desterkirin. Li gundê me febrîqeya beton ava kirin. Rêyên gundan xera kirin. Jin, zarok, malbat, heywan mexdûr bûn. Her wiha qenal kolan û pere dan alîgirê xwe. Ya ku li ser sînor diqewime ev e. Polîtîkayeke bi zanebûn e. Li ser sînor çi dikin bila bikin wê nikaribin têkiliya me ya bi xizmên me yên li wê derê bibirin.”