Navenda Nûçeyan
Li gorî agahiyan êriş bi seata herêmê saet di 08:45’an dest pê kir. Êriş li ser gundên Meyasê û Birc Qasê yên navçeya Şêrawayê pêk hat, lê agahiyên berfireh bi dest neketin.
Dewleta tirk di demên dawî de êrişên li ser Eyn Îsa, Til Temir û kantona Efrînê zêde dike. Di van êrişên ku li dijî sivîl û wargehên sivîlan de tên kirin de sûcên giran ên şer diqewimin.
4’ê tebaxê li gundê Sefawiyê yê li rojhilatê Eyn Îsayê di encama bombardûmana li malekê bav û sê zarokên wî jiyana xwe ji dest dan, dayik û zarokên din jî birîndar bûn.