Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk gurçika ciwanê ji Dirbêsiyê dizî!

Ciwanê ji Dirbêsiyê Basil Mihemed Nezîr di sala 2017’an de dema dixwest biçe Qoserê, li ser sînor hate ji hêla leşkerên tirk ve hate birîndarkirin. Nezîr got ku piştî îşkenceya li qereqolê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hatiye dermankirin û gurçika wî hatiye dizîn

Basil Mihemed Nezîr ê 27 salî ji Dirbêsiyê yê. Nezîr du sal berê dema ku hewl dida derbasî Qoserê bibe ji aliyê leşkerên tirk ve li ser sînor hate birîndarkirin. Bi rengekî birîndarkirî îşkence lê hate kirin û piştre Nezîr birin Qereqola Cendirmeyan a Mêrdînê. Nezîr piştre li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hate dermankirin. Nezîr hate emeliyatkirin û bi alîkariya malbata xwe vegeriya Dirbêsiyê. Piştî ku vegeriya nexweş ket û Nezîr rakirin nexwşexaneyê. Hingî pê hesiya ku gurçikeke wî nîne.

Nezîr serpêhatiya xwe ya di sala 2017’an de ji ANF’ê bi Mûstafa Çoban re parve kir. Nezîr wiha got: “Ji bo xebatê min û 16-17 kesên din hewl dan ji sînor derbas bibin. Leşkeran li me gule reşandin û ji rexa çepê ya zikê xwe birîndar bûm. Birîneke sivik bû. Bi birîndarî tevî du hevalên xwe em birin qereqolê. Li qereqolê îşkence li me kirin û piştre ez rakirim Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Ji bo min emeliyat bikin narkoz dan. Dema ku hişyar bûm hem li aliyê çepê hem jî li aliyê rastê yê zikê min qul kiribûn û dirûbûn. Piştre bi alîkariya malbata xwe vegeriyam Dirbêsiyê.”

‘Di bin kontrola leşkeran de hatim emeliyatkirin’

Di berdewamê de jî Nezîr diyar kir ku piştî vegeriya çû nexweşxaneyê û wiha domand: “Wê demê hîn bûm ku gurçika min nîne. Dema ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê bûm gurçika min dizîn. Piştî ku narkoz dan ji ser hişê xwe çûm. Dema ku hatim ser hişê xwe, wê demê pê hesiyam ku ji du deveran ve hatime emeliyatkirin. Lê tiştek nayê bîra min. Ez di bin kontrola leşkerên tirk de emeliyat bûm. Tiliya wan di dizîna gurçika min de heye. Ez bang li saziyên navneteweyî dikim ku bûyerê lêkolîn bikin.”

‘Êdî nizanim dê mesrefên nexweşxaneyê çawa bidim’

Nezîr piştî du salan vê carê ji ber êrîşa dewleta tirk a li ser herêmên Dirbêsiyê, tevî malbata xwe neçarî koçberiyê bû. Niha li Hesekê di dibistanekê ne. Dayika Nezîr Zehra Bedran jî têkildarî mijarê wiha got: “Kurê min ev du sale bê gurçik dijî. Kurê min niha bi gurçikekê dijî. Sal û nîveke her meh xwînê didin wî. Ez kurê xwe her tim dibim nexweşxaneyê. Mehane 30 heta 40 hezar lîreyên tirk em mesrefa nexweşxaneyê didin. Em xizanin. Êdî nizanim ku em ê mesrefên nexweşxaneyê çawa peyda bikin.”

SOHR’ê kiryarên dewleta tirk xistibû rojeva xwe

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) dizîtiya dewleta tirk a organan xistibû rojevê. Di 25’ê mijdarê de F.T. ê ku piştî teqîneke li Girê Spî bi sivikî birîndar bû, leşkerên tirk ew rakiribûn nexweşxaneyê û bi gotinên şahidan organên wî hatibûn dizîn. SHOR’ê bang li saziyên navneteweyî kiribû ku mijarê lêkolîn bikin. Der barê dewleta tirk îdiayên bi heman rengî ji bo penaberên ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê koç kirin jî pir caran ketibûn rojevê. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar