Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk her ku têk diçe, êrîş dike

Rêveberiya Xweser li ser êrîşên dewleta tirk diyar kir ku gef û êrîşên li ser Rojava gihîştiye asta tolhildanê û wiha hat gotin: "Dewleta tirk her gava ku têk diçe êrîşî herêmên me dike."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye têkildarî êrîşên dewleta faşîst a tirk de daxuyanî da. Rêveberiya Xweser diyar kir ku gef û êrîşên li ser herêmên wan gihîştiye asta tolhildanê û ragihand ku dewleta tirk di proje û rojeva xwe de ya li ser Sûriyeyê bi ser neketiye.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Careke din û di israrkirina hedefgirtina herêmên me de dewlet tirk li ser zimanê rayedarên xwe gefên pêkanîna êrîşan li dijî herêmên me xwarin û ji bo ku êrîşên xwe yên li dijî gelê me rewa bikin dibêjin ev herêm û saziyên xelkê jî armancên projeya Tirkiyeyê ne. Ev zimanê gefxwarinê piştî gelê me plan û lîstikên qirêj ên hêzên herêmî, di serî de dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê li dijî xelkê me yê li Dêrazorê têk birin, hate kirin.

Ev gef piştî çalakiya li Enqereyê hatin xwarin û di her pirsgirêk û dozekê li hember Tirkiyeyê de herêmên me tên hedefgirtin. Dewleta tirk sewqiyetên xwe yên leşkerî yên zêde li ser sînorê xwe yên bi Sûriyeyê re û rojane kiryarên li dijî ciwanên berê xwe bi rêya Tirkiyeyê didin Ewropayê û li dijî wan sûcên qetilkirin, îşkence û lêdanê bi kar tîne ji bîr dike.

Dewleta tirk çîroka xwe ya derbarê çalakiya vê dawiyê li Enqereyê bûye û bi herêmên me ve girê dide û ev îdia dûrketineke mezin a Tirkiyeyê ji raya giştî ya navxwe û paşguhkirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî û di nav de pirsgirêka Kurd e.

Di demekê de em bi tundî gefên dewleta tirk red û şermezar dikin, em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser van tiştan teqz dikin:

Ev gefxwarin û hedefgirtina herêmên me xwedî aliyekî tolhilanînê ye û ew jî piştî dewleta tirk di ajandeyên xwe yên li Sûriyeyê û projeya xwe de bi bin ket pêk tên. Ev gef reva ber bi pêş ve, paşguhkirina rastiya heyî ya li Tirkiyeyê û xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê ye. Ev gefên li dijî herêmên me bandoreke neyênî li dijî çalakî û hewldanên gelê me û Koalîsyona Navneteweyî yên li dijî DAIŞ′ê û şaneyên wê dike. Tu kes ji van gefan sûdê wernagire, her wiha pêkanîna rewşa aloziyê cureyek ji pêkanîna bêîstîqrariyê ye û ev yek jî armanca sereke ya dewleta tirk e.

Hedefgirtina avahiyên xizmetguzariyê dê bi xwe re bandorên neyênî li ser rewşa debarê ya giştî û mirovî bîne û ev yek kiryarên dijminane ne û dikevin xana sûcên şer.

Divê her aliyekî li Sûriyeyê xwedî rol e, xwedî helwestên cidî bin û van gefan sînordar bikin, ji ber ku ji bilî pirsgirêkên di hundirê Sûriyeyê de dewleta tirk jî rêbazên jiyanê yên xelkê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire û êşên mirovî zêde dike. Ev yek bi xwe re pirsgirêkên mezin tîne.

Em bang li civata navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî, saziyê navneteweyî, hiqûqî û mirovî, her wiha bang li Rûsyayê dikin ku helwestên cidî nîşan bidin û li pêş dewleta tirk bisekinin, da ku hevsengiyên nû li Sûriyeyê bi rêya herêmên me bên avakirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar