Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Dewleta tirk hewl dide 4 kurdên ji Rojhilat radestî Îranê bike

Dewleta tirk a dagirker ji bo 4 çalakger û rojnamegerên ji rojhilatê Kurdistanê teslîmî rejîma Îranê bike li Navenda Paşveşandinê ya Edirneyê radigire. Malbatan banga hestiyariyê ji raya giştî kirin.

Rejîma Îran ji ber 4 çalakgerên tev li serhildana Jîna Emînî ya li rojhilatê Kurdistanê bûne, doz vekir. 4 aktîvîst ji ber vê dozê xwestin bi ser Tirkiyeyê derbasî Ewropayê bibin. Çalakger Huseyîn Minbarî, Şewgar Muhammedî û rojnameger Reşad Muhammadî û Fahîme Huseynî ji hêla dewleta tirk a dagirker ve hatin girtin û li Navenda Paşveşandinê (GGM) ya Edîrneyê tên ragirtin. 4 kurdên ji Rojhilat bi metirsiya paşveşandina Îranê re rû bi rû ne.

Reşad Muahmmedî û Fahîme Huseynî ji ber bername û nûçeyên çêkirine bûn hedefa zext û tundiya rejîma Îranê. Malbata rojnamegeran diyar kirin ku zarokên wan ji ber zextan reviyane û diyar kirin ku metirsiya wan a teslîmkirina Îranê heye. Malbat derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Ji ber rastiya civaka Îranê ragihandin di bin metirsiyekî mezin de ne. Teslîmkirina wan a Îranê dê encamên jêveneger derxîne holê. Divê rêxisitinên mafên mirovan ên azadiya xweîfadekirinê diparêzin, sazî û avabûn ji bo teslîmkirina Îranê ya van rojnamegeran demilldest bikevin liv û tevgerê.”

Çalakgerên rojhilatê Kurdistanê Huseyîn Minbarî û Şewgar Mumammadî jî piştî çalakyên “Jin, jiyani, azadî” bi zextan re rû bi rû man. Malbatên aktîvîstan dan zanîn ku zarokên wan ji ber zextan, berê xwe dane Ewropayê lê belê li Tirkiyeyê tên ragirtin. Malbat destnîşan kirin ku ji bo zarokên wan teslîmî Îranê neyên kirin ew li benda hestiyariya raya giştî ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar