KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk hewl dide bi cerdevanan êrîşên xwe bidomîne

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide cerdevanan li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi kar bîne. Di vê çarçoveyê de hat hînbûn ku bi sedan cerdevanên ji navçeya Gever a Colemêrgê ji bo tevlî êrîşa dagirkeriyê ya nû bibin hatine diyarkirin.

Dewleta tirk a dagirker ku sedan sal in li ser geln Kurdistanê qirkirinê dimeşîne, niha hewl dide bi destê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê vê qirkirinê bi encam bike. Desthilata faşîst bi hemû derfetên NATO’yê, hevkariya malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê jîderbên giran ji gerîlayên HPG-YJA Starê dixwe. Deshilata faşîst ji bo pêşiya operasyonên şoreşgerî yên gerîlayên azadiyê bigire hewl dide çeteyên malbata sîxur û cerdevanan wekî mertal bi kar bîne û wan bide kuştin.

Dewleta tirk ku beriya niha bi hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK’ê re di nava têkiliyeke xurt de bû, lêgerîna xwe ya ji bo êrîşên nû di aliyê leşkerî û siyasî de didomîne. Bênavber bi navên cuda hêz dişînin qadên gerîla, berê jî hêzên PDK’ê li ser navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê li van herêman hatibûn bicihkirin. Tê diyarkirin ku çeteyên Zerevanî û Gulan ên PDK’ê ku di bin navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê de şandibûn herêmê, çûne Sîde û Şêladizê û wê 15 qeraqolan li wir ava bikin.

Dewleta tirk a ku xwest nerazîbûnên li dijî hevkariya PDK’ê û dewleta tirk bi şêwayên cuda bişkîne vê carê ji bo ku cerdevanan li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi kar bîne ket nava tevgerê. Di vê çarçoveyê de hat hînbûn ku bi sedan cerdevanên ji navçeya Gever a Colemêrgê ji bo tevlî êrîşa dagirkeriyê ya nû bibin hatine diyarkirin. ANF’ê “lîsteya navên cerdevanên ku li Fermandariya Cendirmeyan a navçeya navendî ji bo peywira dervî sînor hatine wezîfedarkirin” bi dest xist. Di lîsteyê de nav û paşnavên cerdevanên ku di Fermandariya Tûgay a Sînor a 34’emîn û Fermandariya Tûgay Komando ya 51’emîn de hatine wezîfedarkirin, heye. Di lîsteyê de ji nav û paşnavê wan diyar dibe ka ji ku derê ne û ji hejmarên telefonên wan heta koma wan a xwînê, ji hejmara nasnameya wan a TC’ê heta wezîfeyên ku girtine, agahî hene.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar