Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Dewleta tirk hewl dide boykota li Başûr vala derxîne

Boykota li başûrê Kurdistanê ku bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî Rojava dest pê kir, derbekî mezin li aboriya dewleta tirk xist. Ji bo şikandina boykotê jî dewleta tirk di nava hewldanên cuda de ye. Di vê çarçoveyê de hewl dide bi lidarxistina lûtkeyên bazirganî û hilberînê re li başûrê Kurdistanê pêyê xwe qayîm bike

Şandeyeke ji Odeya Bazirganî ya Herêma Kurdistanê li ser vexwendina dewleta tirk, di 18’ê kanûnê de çû serdana dewlet tirk. Şande ji serokê Odeya Bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê, serokê Odeyên Bazirganî û Pişesaziyê yên Hewlêr û Duhokê, wezîrê Karûbarên Pêkhateyan ê Herêma Kurdistanê, serokê Koma Eniya Tirkmen a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Îmad Sabeh pêk dihat. Lê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê ya Silêmaniyeyê beşdarî şandeyê nehate kirin. Berdevkê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyeyê Ziryan Mihemed sedema beşdarnekirina wan weke bandora boykotkirina malên tirkî nîşan da.

Di vê çarçoveyê de li bajarên Edene û Mêrsînê lûtkeya Bazirganî û Hilberîna Tirkiye-Herêma Kurdistanê hate lidarxistin û sê rojan dom kir. Di roja yekem a lûtkeyê de şandeyê bi waliyê Mêrsînê, serokê Odeya Bazirganiya Mêrsînê û serokê Encûmena Odeya Bazirganiya Tirkiyeyê re hevdîtin kirin. Her wiha şandeya Başûr li gel cîgirê konsolosê Iraqê yê li Dîlokê Mihemed Selman, serdana Bendera Mêrsîn û herêma Pişesazî ya Edeneyê kir.

Pirsên rojnameger bêbersiv hiştin

Tê gotin ku şandeya Başûr di serdanan de çend peyman li gel kompanyayên Tirkiyeyê îmze kirine. Lê Yekitiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê îmzekirina van peymanan piştrast nekirine. Têkildarî mijarê nûçegihanê Rojnewsê xwest bi serokê Yekitiya Odeya Bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê Xelîl Xeyat re pêwendî dane lê bi hinceta ‘Li derveyî welat e’ tu bersiv nehatin dayîn.

Boykotê dewleta tirk tengav kiriye

Ev serdana şandeya bazirganî û hilberînê ya Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê, di demekî ku êrîşên dewleta tirk li dijî Rojava dijwar bûn û li başûrê Kurdistanê pêngava boykotkirina malê tirkî roj bi roj berfirehtir dibe de hate kirin. Weke ku tê zanîn boykota li Başûr, dewleta tirk di hêla aboriyê de tengav kiriye û bi vê boneyê jî şandeyan dişîne Başûr.

Şandeyên dewlet tirk di serdanan de ji hikûmeta herêmê xwest ku ji bo şikandina boykotê hewl bidin. Her wiha balyozê dewleta tirk ê Iraqê Fatîh Yildiz li gel waliyên Hewlêrê û Silêmaniyeyê re civiya û daxwaza şikandina boykota malê tirkî kir.

Lûtkeya bazirganiyê ya li Başûr

Li gorî şîroveyên çavdêran, bi boykotê re derbekî mezin li dewleta tirk ket û dewleta tirk dixwaze careke din cihê pê xwe li Başûr qayîm bike. Ji bo vê jî bi heman armancê tê payîn ku dê di meha pêş de li başûrê Kurdistanê lûtkeyeke din a bazirganiyê li dar bixe. SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar