Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê ragihand ku her tevgereke zirarê bide Swêd û gelê wê şermezar dikin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Navê partiya me Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), di çarçoveya lihevkirinên Tirkiye û Swêdê de, di encama dan û standinên her du aliyan de têkildarî endambûna NATO′yê kete rojevê. Rejîma Tirkiyeyê hewl dide tevahî hêzan, bi taybet NATO′yê, ber bi xwe ve bikişîne û di şerê li dijî kurdan de bi kar bîne.
Em Meclisa Giştî ya PYD′ê careke din diyar dikin; Em rêz û hurmetê didin gelê Swêd û saziyên wê ku roleke girîng di pêkanîna aştiyê de û ji bo dosyaya Sûriyeyê dilîzin. Partiya me tu karekî zirarê bide berjewendiyên Swêd û gelê wê nekiriye, lê em van zext û şantajên li dijî wê ku bandorê li helwestên wê yên mirovî û piştgiriya demokrasiyê dike, şermezar dikin.”