Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Dewleta tirk ji DAIŞ’ê xeteretir e’

Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed ji rojnameya The Daily Telegraphê ra axivî. Ehmed got ku dewleta tirk dixwaze êrîşî gelên Sûriyeyê bike û da zanîn ku dewleta tirk ji DAIŞ’ê xeteretir e

Rêzehevdîtinên dîplomatîk ên Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ên li welatên Ewropayê û Amerîkayê berdewam in. Di vê çarçoveyê de Ehmed niha li Ingilîstanê bi rayedarên dewletê re hevdîtinan dike.

Têkildarî hevdîtinên bi rayedarên Ingilîstanê, Îlham Ehmed ji Rojnameya The Daily Telegraph re axivî. Ehmed anî ziman ku gelê kurd û pêkhateyên  bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo têkbirina terora DAIŞ’ê berdêlên giran dane. Ehmed piştre jî hişyarî da welatên cîhanê û destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze ku êrîşî gelên Sûriyeyê bike û daxuyand ku dewleta tirk ji DAIŞ’ê xeteretir e.

‘Gelên herêmê berdelên giran dan’

Ehmed anî ziman ku dema hewldanên Amerîka, welatên Ewropayê û têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didin ba hev, ferqekî gelek mezin dibînin. Ehmed bi lêv kir ku gelên kurd, ereb û xiristiyanên li herêmê ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ’ê berdelên giran dane û ev nirxandin kir: “Tevî vê yekê jî serkeftina HSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê bi qasî ku tê xwestin neketiye rojeva cîhanê.”

Armanca dewleta tirk vegot

Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xeteriya herî mezin ku gelên herêmê pê re rû bi rû ne, dewleta tirk e. Ew ji DAIŞ’ê xerabtir e. Lewma dewleta tirk a endamê NATO’yê ye niha dixwaze bi çek û desteka welatên cîhanî herêma me dagir bike. Bi destûra Amerîka, Rûsya û welatên Ewropayê dixwaze destkeftiyên me tune bike. Em bang li rêveberiyên Ingilîstanê jî dikin ku li ser asta Neteweyên Yekbûyî (NY) li pêş êrîş û gefên dewleta tirk bikeve nava liv û tevgerê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar