Kampa Holê kampek herî xeternak a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Kamp 43 hezar û 477 kes ango 12 hezar û 101 malbatên ji 45 welatan dihewîne. Tenê di beşê Mûhacîrat ango jinên ji welatên derve de 6 hezar û 612 kes hene. Piştî rizgarkirina Baxozê ev malbat ji bo Kampa Holê hatin veguhestin, lê roj bi roj xeteriya wê zêde dibû, ji lewra di 27’ê adara 2021’an û 25’ê tebax a 2022’yan qonaxa yekem û duyem ya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê hatin destpêkirin. Duh jî Qonaxa Sêyem a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dest pê kir.
Li ser xeteriya Kampa Holê, girîngiya operasyonê û bi êrîşên dewleta tirk tevgere malbatên DAIŞ’î bi çi rengî bû Rêvebera Kampa Holê Cîhan Henan nirxandinên girîng kir.
Cîhan Henan di destpêka axaftina xwe de got ku ya serwer li ser Kampa Holê tundrewbûna hişmendiya DAIŞ’ê ye û wiha bal kişand ser beşên ku herî zêde tevlîhevî lê derdikevin û got: “Beşê 5 yên malbatên ji Sûriyeyê her wiha beşê mûhacîratan jî ew di aliyê hişmendiyê de zêde tundrew in û tevleheviyan derdixin. Niha ji ber tevgerên tevlîheviyên biqesd ên beşa mûhacîratan de, hemû xebatên sazî û rêxistinên mirovî li derveyî kampê dixebitin, ji derveyî du navendên perwerdehiyê di hundir de ne û ew jî gelek caran hatiye şewitandin. Hewl didin her kampê di nav rewşeke neasayî de bihêlin û ev xeteriyeke mezin e. 5 sal û heta niha guhertinek di rewşa malbatên DAIŞ’ê, tevî plan û xebatên sazî û rêxistinên navdewletî guhertinek baş çênebûye, her wext derbas dibe ev malbat xetertir dibin.”
Bi şevê biçek bi ser karkeran de digirtin
Cîhan Henan pêwîstiya lidarxistina Operasyonên Mirovî û Ewlehiyê nirxand: “Piştî Qonaxa Duyem a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê heta 5 meh ji sala 2023’yan de aramiyek demkî çêbû. Lê piştre êdî şaneyên çeteyan careke din ketin tevgerê de û dest bi birîndarkirina kesan, revandin û diziyê kirin. Di du mehên derbasbûyî de gelek çek û cebilxane di hundirê kampê de hatin dîtin û serçeteyekî DAIŞ tevî hevjîna wî hatin kuştin. Kampa Holê di warê rûberî de gelek mezin e û hejmara lê dimîne jî pir zêde ye, rojane nêzî hezar kes û 500 otomobîlên sazî û rêxistinên mirovî, kesên di warê xizmetguzarî de kar dikin derbasî kampê dibin. Eger operasyonên bi vî awayî çênebin îhtîmala ku kamp ji bin serweriyê derkeve û ev bombeya demkî biteqe, heye. Ji ber agahiyên bi vî rengî hebû ku çeteyên DAIŞ careke din xwe kom kiribûn û hewla plan û êrîşên nû dikirin. Ji ber di saetên êvarî de bi çek û rûgirtî, digirtin ser karkerên sazî û rêxistinên mirovî. Ji lewre pêwîstiya vê operasyonê pir zêde bû.”
Êrîşên dewleta tirk a dagirker bandor li ser kampa Holê kir
Di berdewamiya axaftina xwe de Cîhan Henan sedema ku wekî berê li hundir kampê bûyerên kuştinê rûnadin anî ziman: “Gumanê me jî derbarê vê mijarê de heye û derheqê wê de gelek analîzên me pêşketin. Wekî ku naxwazin bûyerên kuştinê çêbikin da ku operasyonên ewlehiyê çênebin, an jî li bendê agahiyên derve wekî dewleta tirk bûn ku êrîşeke mezintir di hundirê kampê de çêbikin bûn. Nêrîn dibe ku wiha be dewleta tirk ji derve de û ew jî ji hundir de wê êrîşek pêk anîbana. Êrîşa dewleta tirk a li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di aliyê ewlehî û xizmetguzarî de bandor li Kampa Holê kir. Beşa mûhacîratan jî beriya êrîşan bi du rojan û piştî êrîşan bi 10 rojan her roj ev jin bi îsyanên ku dikirin, gefên êrîşan jî dixwarin. Ji lewre di navbera dewleta tirk û Kampa Holê de û taybet beşê mûhacîratan de jî koordîne heye.”
Cîhan Henan ev xal bibîrxist û got ku di hundirê kampê de hejmarek tirk jî heye û wiha pêl da gotina xwe: “Malbatên tirk jî di kampê de hene, lê belê ji ber tundrewbûna wan û tundiya ku dimeşînin rê nadin em bi wan re bikevin têkiliyê ango danûstendinan bikin, da ku em bizanin daxwaza wan çi ye. Bi giştî em nikarin analîzek wiha bikin ku malbatên kîjan welatî ji yên din tundrewtir in, ji ber hişmendî yek e û hemû jî tundrew in.”
Cîhan Henan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê ku di dosyeya Holê de guhertinek çêbibe, di rewşa xwe ya niha de nemîne û ji bo çareserkirina wê jî gavek were avêtin. Wiha bimîne jî wê xeteriyekê zêdetir li ser herêma me û giştî cîhanê çêbike. Heta niha em hewl didin ku bombeya demkî neteqe û tedbîrên wê digrin, lê belê ev tedbîr heta kengî were girtin ne diyar e.”