Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Dewleta tirk ji fikir û felsefeya Rêber Apo ditirse

Çavdêrê Siyasî Îbrahîm Ferec diyarkir ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan tirsê xistiye nava dilê dewleta tirk. Her wiha fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriye.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in ji ber fikir û felsefeya xwe ya ji bo azadiya gelê kurd û hemû gelên azadîxwaz di girtîgeha Îmraliyê de dibin tecrîdek giran de tê hiştin. Nêzî 4 sal in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Di nava 25 salan de Rêber Apo carek din ispat kir ku çareseriya pirsgirêka kurd li cem wiye. Fikir û felsefeya Rêber Apo li seranserî cîhanê ji bo tevayî azadîxwazan bûye bingehê azadiyê.

Derbarê giringiya fikir û felsefeya Rêber Apo ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn de, Çavdêrê Siyasî Îbrahîm Ferec nerînê xwe anî ziman.

Îbrahîm Ferec di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku di fikir û felsefeya Rêber Apo de pêvajoya aştiyê hertim cihek xwe yê stratejîk heye û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistanê hertim destên aştiyê ji bo dewleta Tirk û partiyên din ên siyasî dirêjkiriye. Yên aştiyê redkirine û berdewamî bi şer û wêrankariyê dane, dewleta Tirke.”

Di dewamê de Îbrahîm Ferec diyarkir ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan rêya çareseriya hemû pirsgirêkên cîhanê û bi taybetî jî Rojhilata Navîne. Ferec got: “Pirsgirêka Rojhilata Navîn pirsgirêka dewlet netewe, olperestî, mezhebî, faşîzim, rêgezperestî, pirsgirêkên binpêkirina mafên jinan û mafên gelê kurd e.”

Îbrahîm Ferec destnîşankir ku Rêber Apo li Îmraliyê girîngiyek zêde bi pêvajoya aştiyê daye daku hemû gel bihevre bijîn û got: “Felsefeya neteweya demokratîk rê û rêbazeke giringe daku hemû gel di nava aştî û demokrasiyê de bijîn. Bi sedan sale dewleta tirk bi şer û tinekirina gelê kurd ve mijûle. Lê nekariye armancên xwe yên faşîstane bicih bîne. Yanî divê ji niha şûnde serî li rêya giftûgo û aştiyê bide. Dema şer ji bo mijarek nebû bersiv, wê demê dema aştî û hev re jiyanê ye.”

Çavdêrê Siyasî Îbrahîm Ferec got ku felsefeya netewa demokratîk giringiyek zêde bi aştiyê daye û wiha pêde çû: “Di felsefeya netewa demokratîk de cihek stratejîk yê aştiyê heye, ji berku dikera pêvajoya şer, kavilkarî û hev kuştinê bidawî bike û veguherîne pêvajoya hevre jiyan, aştî û demokrasiya li nava gelan de.”

Ferec diyarkir ku dewlet netewe bûye çavkaniya aloziyên li Rojhilata Navîn û cîhanê. Ferec got: “Konfederalîzma demokratîk jî wê bibe çareseriya guncaw a ji bo derbaskirina pirsgirêk û qeyranan ku sîtema desthilatxwaz a netew dewletê afirandiye. Şerê ku niha li herêmê heye, sedema wê ewe ku îtiraf bi mafên gelê kurd nayê kirine. Sîstema desthilatxwaz di aliyê hev re jiyanê de qels mane.”

Îbrahîm Ferec diyarkir ku sîstema dewlet netewe navendîbûnê ferz dike û rêgez perestiyê afirandiye. Ferec got: “Ji bona gelên cûda bi aştî û demokrasiyê bihevre bijîn, ji bo gelên Rojhilata Navîn ji nava şer û wêraniyê derkevin pêwîste felsefeya konfederalîzma demokratîk esas bigrin. Konfederalîzma demokratîk rêya çareseriya herî guncaw a ji bo derbasbûna gelên Rojhilata Navîn ya ji şer û aloziyane.

Fikir û felsefeya Rêber Ocalan tirs xistiye nava dilê dewleta tirk. Ew wisan difikirin ku wê netewa tirk tine bibe. Lê stratejiya vê fikir û felsefeyê ewe ku gel bi hevre bijîn û ti netewek di ser netewa din re nîne.”

Ferec wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di hemû rêveberiyên demokratîk de her netew xwe bi xwe rêve dibin. Lê tenê tirsa dewleta tirk ji vê çendê heye. Lê gelê kurd bi tu rengî niyetek wê ya tunekirina gelek din nîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar