Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Dewleta tirk ji peyvek a Rêber Ocalan jî ditirse’

Parêzer û çavdêrên siyasî yên parêzgeha Hewlêrê derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan gotin: “Dewleta tirk tenê ji peyvek a Rêber Ocalan jî ditirse ku derbikeve dervey girtîgehê. Tecrîda tê pêkanîn jî encama vê tirsêye. Ev yek binpêkirinek mezin a yasayîye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 salin di Girtîgeha Îmraliyê de di nava tecrîdek girankirî de tê ragirtin. Ji 25’ê Adara sala 2021’an ve ti agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Heftiyê du caran Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan dike. Lê tevî bi sedan caran parêzer û malbata Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdankirine jî, lê ne bi erênî ne bi nerênî bersiva wan nehatiye dayîn. Bi hincetên cezayên disiplînê rêgirî li hemû peywendiyên li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine birîn.

Ji bo şkandina tecrîda girankirî û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah çalakî û kampanyayên cur be cur, li Kurdistanê û dervey Kurdistanê hatine destpêkirin.

Di derbarê mijarê de parêzer û çavdêrên siyasî yên bajarê Hewlêrê ji Rojnews’ê re axivîn.

 ‘Fikrên Rêber Ocalan ên nûjen, dewleta Tirkiye hejandiye’

Çavdêrê Siyasî Beyad Elî di destpêka axaftina xwe de qala tecrîda li ser Rêber Ocalan kir û wiha axivî: “Ji roja Rêber Ocalan xistîn girtîgeha Îmraliyê ve, tirs û xofek mezin dewleta tirk girtiye. Bandorek mezin ya Rêber Ocalan heye. Tirkiye ne tenê dijminê PKK’ê ye, dijminê gelê Kurd hemûye, her cihê ku Kurdek lê be êriş dike. 29 mehin Rêber Ocalan dibin tecrîdekê giran deye. Ji ber ku fikrên wî ewqasî nûjen in ku dewleta tirk hejandiye. Dewleta tirk ji êrişên xwe yên li ser gelê kurd, zererek mezin girtiye. Ji bo wê tirsa dewleta tirk hemû ewe ku Rêber Ocalan gotinek bike û metirsî bikeve ser dewleta tirk û pêşeroja Tirkiyeyê.”

‘Dewleta tirk ji gotinek a Rêber Ocalan ditirse’

Parêzer Karzan Reşîd jî derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû: “Rêber ocalan ev 29 mehin parêzerên xwe neditî û çarenûsa wî nediyare. Di warê yasayî de binpêkirinek mezin li beramber tê kirin. Mixabin Rêberê têkoşer û leheng ku ev 24 salin di girtîgehê de ye, tevî ku dema xwe temamkiriye jî nayê berdan. Ev yek li dijî Rêberê siyasî yê wêrek û jêhatî, binpêkirina yasayên mafên mirovan e. Divê em dewleta tirk a dagirker şermezar bikin.”

Karzan Reşîd herî dawî diyar kir ku tirsa dewleta tirk a dagirker ewe ku pêşniyarên nû yên Rêber Ocalan ji bo encamên siyasî hebe, ji bo wê Tirkiye bi hemû şêweyî ji Rêber Ocalan ditirse.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar