Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Dewleta tirk ji rejîma Baasê xiraptir e’

Malbata şehîdên Kortekê diyarkirin ku dewleta tirk ji rejîma Baasê xiraptire û banga rawestandina bombebarana artêşa tirk kirin. Kurê şehîd Abdulah da zanîn ku malbata wî tenê ji bo avdana baxçeyê xwe berê xwe dabûn Binarê Qendîlê lê dema ku vedigeriyan bûn hedefa bombebarana artêşa tirk

Şevê din balafirên artêşa tirk du wesayîtên sivîlan li Kortek a li Binarê Qendîlê bombebaran kir û komkujî pêkanî. Di encama êrîşê de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn. Malbata şehîdên Kortekê banga rawestandina bombebarana dewleta tirk kirin.

Kurê şehîd Abdulah, Hêrîş Abdulah li ser êrîşê ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Saet 07:00’ê siharê, bavê min bi malbatê ve çûn Binarê Qendîlê. Bavê min wan ji bo ku baxçe av bidin berê xwe dan Binarê Qendîlê. Dema ku vegeriyan rastî bombebaranê hatin. Dayîk, bav, bira û hevsera birayê min, bi du zarokên xwişka min re bûn. Di encama êrîşê de bavê min, xwişka min û Heryad şehîd bûn. Me cenazeyê bavê min û xwişka min 00:00’ê şevê wergirt. Ji ber ku bombebaran hertim berdewam dikir. Cenaze hemû şewitibûn û nedihatin naskirin, tenê Heryad dihat naskirin.”

Êrîş banga rawestandina bombebaranê kir û got ku tenê di encama van bûyerane de xelkê sivîl dibe qurbanî.

Xwişka şehîd Abdulah, Fatma jî li ser komkujiyê axivî û wiha got: “Tirkiye ji rejîma Baasê xirabtire. Ew tenê çûbûn ser bax û baxçeyê xwe. Ji bo çi êrîşê vî xelkî dikin? Hertim rejîma Baasê jî êrîşê me dikir. Ya ku em dikin ji bo ku em debara jiyana xwe bikine. Her sal li Kortek komkujî pêktê.”QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar