Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dewleta tirk kêfxweş nekin

 

Konseya Reveber a KNK’ê bang li YNK’ê kir ku li gorî yekitiya neteweyî tevbigere û bi polîtîkayên xwe dewleta tirk kêfxweş neke û pêwîst nîne temenê vê rejîma pûç dirêj bike

Konseya Reveber a KNK’ê têkildarî geşedanên dawî, li Silêmaniyê qedexekirina bîranîna komkujiya Parîsê û binçavkirina çalakgeran bi sernavê ‘Banga KNK’ê – Dewleta Tirk Şa Nekin!’ daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Konseya Reveber a KNK’ê wiha ye; “Dewleta tirk a di bin rejîma faşîst, nijadperest û dij kurd a AKP-MHP’ê de, îro bi hemû hêza xwe dixwaze destkeftiyên gelê kurd têk bibe. Di serî de li dijî bakur û rojavayê Kurdistanê û li dij destkeftiyên başûrê Kurdistanê jî di nav şerekî de ye. Li başûrê Kurdistanê hewl dide ku bi rêya afirandina nakokiyan, siyaseta kurd lewaz bike da ku pevçûnê di navbera hêzên kurdan de bi pêş bixe, zext û şantajan li ser siyaseta kurd pêk tîne.

Dewleta tirk di siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn û cihanê de ketiye qonaxeke xeternak a tekçûyînê. Di siyaseta derve de jî hemû bazirganiya xwe li ser dijberiya kurdan ava kiriye. Zext û zora li ser Kurdistanê zêdetir dike.

Siyaseta dij kurd

Berxwedana kurdan a li bakur û rojavayê Kurdistanê krîz û aloziya dewletê kûrtir dike. Gelê me li başûr û rojhilatê Kurdistanê jî bi ruhê niştîmanî û neteweyî piştgriyê didin vê berxwedanê. Dewlet dixwaze berxwedana kurdan a serkeftî bi destên sîyaseta kurd li başûrê Kurdistanê bişikîne. Yanî sîyaseta “parçe bike û bi rê ve bibe” dimeşîne. Ew karekterê dewleta tirk a dagirker e, karektereke nû nîne.

Lê mixabin dewleta tirk gav bi gav siyaseta xwe ya li dijî kurdan, li başûrê Kurdistanê bi pêş dixe. Piştî bêdengiya desthiladariya siyasî ya li deverên Behdînan, niha li deverên YNK’ê jî siyaseta ku zirarê dide berjewendiyên kurdan bi pêş dikeve.

Ev helwest zirarê dide yekitiya neteweyî

Herî dawî di 11’ê çileyê de qedexekirina bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê ya li Silemaniyê vê rastiyê piştrast dike. Balkêş e ku li paytexta Fransa Parîsê, şaredariya bajarê mezin dîmenên Sakîne Cansiz bilind dike, lê li Silemaniyê ev tê qedexekirin. Beriya demekî jî, nûnertiyên Tevgera Azadî hatibûn girtin.

Em dibinîn ku YNK di demên dawiyê de bi polîtîkayên xwe yên der barê siyaseta yekitiya neteweyî de, gav bi gav dikeve nav kemasiyên cidî. Em bang li YNK’ê dikin ku bila wan kemasiyên xwe sererast bike û di mijara yekitiya neteweyî de xwedî helwest be.

Hewce nake kurd temenê Tirkiyeyê dirêj bikin

Siyaseta dewleta tirk a parçekirina hêzên kurd, ji ber lewaziya vê helwestê pêk tê. Pêwîst nîne siyaseta kurd temenê rejîma pûç dirêj bike.

Kurd îro dikarin bi siyaseteke yekrêzî pêşiyê li stratejiya dewleta tirk a li dijî kurdan bigirin, ji ber ku dewleta tirk îro di hemû aliyan de di nav qeyraneke kûr û dîrokî de ye. Dewleta tirk ne tenê li serê kurdan, lê belê li serê hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bûye bela, xeterî û gef. Dem ew dem e ku em kurd bi hev re dewleta ku mafê hebûnê nade gelê me, têk bibin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar