Dewleta tirk konvoya sivîlan a ku ji Qamişlo diçû Serêkaniyê di ketina bajarê Serêkaniyê de bi balafirên şer û topên hewanê hedef girt. Di êrîşê de 11 sivîl hatin qetilkirin û 74 sivîl jî birîndar bûn. Her wiha rojnameger Seed Ehmed jî di êrîşê de şehîd bû
Êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî gelê rojavayê Kurdistanê berdewamin. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê konvoyeke sivîlan a ku ji bo piştgiriya bi berxwedana berxwedêrên Serêkaniyê derbasî nava Serêkaniyê dibû bi balafirên şer û topên hewanê hedef girt.
Li gorî agahiyên ji Serêkaniyê, di encama êrîşê de 11 sivîl hatin qetilkirin û 74 sivîl jî birîndar bûn. Ji ber ku hejmara sivîlên ku rastî êrîşê hatine zêde ne, têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Lê li gorî nûçeya ANHA’yê, nûçegihanê wan Seed Ehmed şehîd bû û rojnameger Mehmet Ekîncî jî birîndar bû. Hat zanîn ku rojnamevan Ersîn Çaksu, Bêrîcan Yildiz û Rojbîn Akcîn jî birîndar bûn.
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku rojnamegerên fransiz û brezîlyayî jî di konvoyê de bûn lê der barê aqûbeta wan de agahiyek nehat parvekirin. SERÊKANIYÊ