Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Dewleta tirk kûjerên kurd û demokratan efû dike’

Çevîrmen diyar kir ku dewleta tirk a qirker kujerên komkujiya Madimakê bi biryarnameya serokkomariyê serbest berdide. Lê li girtîgehan hîn jî bi hezaran girtiyên nexweş hene û dewlet tenê cenazeyê wan derdixe. Ev tiştê dewleta tirk dike piştgirtiya kûjeran e.

Bi biryarnameya serokkomariyê ji faîlên Komkujiya Madimakê Ahmet Tûran û Hayrettîn Gul bi hinceta nexweşiyê, dê ji girtîgehê bên berdan. Li gorî ÎHD’ê tevî ku di girtîgehên Tirkiyeyê de tevî ku hezar û 517 girtî girtî hene ku 651 ji wan rewşa wan giran e, bal dikişîne ku desthilatdariya AKP-MHP’ê vê mafê efûyê ji bo alîgirên xwe bi kar tîne.

Li gel vê cudakariya li dijî girtiyên nexweş, biryarên Desteya Çavdêriya Îdarî ya li girtîgehan tên meşandin, bi taybetî li ser girtiyên 30 sal derbas bûne, veguheriye cûreyek ferzkirina poşmaniyê. Li gel ku gelek sedemên ku di raya giştî de têne xuyan kirin dibin sedem ku înfaz bi rengekî razber were kirin, ji bo vê rewşê hema bibêje pêkanînek hiqûqî ne pêkan e.

Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Nûray Çevîrmen ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku berdanên ku di demên dawî de ji aliyê desthilatdariyê ve tên kirin, bi cudakariya polîtîk tê kirin.

Çevîrmen diyar kir ku bi biryara serokkomariyê efûkirina Ahmet Tûran û Hayrettîn Gul bi temamî polîtîk e û got: “Li Tirkiyeyê têkildarî girtîgehan çi tê kirin, hemû li ser bingehê siyasî di çarçoveya pêkanînên cudakariyê de tê kirin. Em ji tecrîda girankirî bigirin heta ne tedawîkirina nexweşiyan û ne berdana hin girtiyan, gelek pirsgirêk di rastiyê de li ser bingehê cudakariya polîtîk ji bo girtiyên siyasî derdikevin holê. Lê di pêvajoya şewba Covîd-19 de guhertinek a qanûna înfazê hebû. Ev qanûn ji bo berdana girtiyên nexweş û yên temenê wan li ser 65’ê bû, lê wisa pêk nehat. Hin girtiyên ku ji aliyê hevkarê hikûmetê yê ku daxwaza berdanê kiribûn, hatin berdan. Lê hemû girtiyên ku di çarçoveya TMK’ê de hatibûn girtin nehatin berdan. Bi taybetî girtiyên siyasî di bin şert û mercên dijwar ên şewbê de li girtîgehan hatin ragirtin û hinekan jiyana xwe ji dest dan.

Mixabin li Tirkiyeyê di nava rejîma girtîgehê de pêkanînên cihêkariyê hene. Rejîma înfazê ji niha ve bi mînakên van pêkanînên cihêkariyê tije ye. Di rastiyê de her çiqas tu astengiyên hiqûqî tunebin jî, mixabin hemû pêkanînên di bin navê TMK’ê de li ser girtiyan bi awayekî nerênî tên ferzkirin. Tevî van xalên destûrî yên newekhev cudakariya hemû mirovan qedexe dike û rûmeta mirovan dixe bin garantiyê. Dîsa Tirkiye peymanên navneteweyî îmze kiriye. Li gorî madeya 90’emîn a Destûra Bingehîn ev made nayên guhertin. Lê tevî vê yekê jî girtiyên siyasî ji ber cezayên giran dihatin cezakirin û îşkence li wan hat kirin. Em vê yekê pir caran dibêjin, lê ew peyvek taybetî bû. Ya ku bi serê wan tê, bi rastî jî vê rewşa bi êş îfade dike.”

Çevîrmen bi bîr xist ku Desteya Çavdêriya Îdarî cara destpêkê çawa hat xistina meriyetê û xwedî çêkerekî çawa ye. Çevîrmen destnîşan kir ku biryarên vê desteyê razber in jî, lê hema bibêje hinceta “Birhên te li ser çavên te hene” jî li ser girtiyan tê ferzkirin.

Rêvebera Navenda Giştî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen bilêv kir ku li dijî van pêkanînan rêyeke hiqûqî jî hema bibêje girtî ye û wiha got: “Dadgerê înfazê, dadgerê cezayên giran û hwd hemû tenê biryarên rêveberiya girtîgehê erê dikin. Herî dawî me şewitandina înfazan ji serê sala 2021’an û vir ve bi daxuyaniyeke hemwext ragihand, heta niha berdana 313 girtiyan bi vî rengî hatiye astengkirin. Helbet ev hejmar roj bi roj zêde dibe. Zêdeyî 40 girtiyên ku demeke dirêj di girtîgehê de mabûn, hatin berdan. Yên din bi awayekî periyodîk têne astengkirin. Yanî îşkence û zext li wan tê kirin. Ji ber ku di derbarê pêkanînên girtîgehê de polîtîkaya bêcezakirinê heye, di sîstemê de tazmînat dernakeve. Ji bo salek, sal û nîv, şeş meh, heft meh çi dibe bila bibe, ji bo îdareyê tu ceza tune ye. Ji ber vê sedemê em daxwaza betalkirina mutlaq a Desteyên Çavdêriya Îdarî dikin. Ne qanûnî û ne hiqûqî ye. Ew deste tenê ji bo girtiyan demeke dirêj di girtîgehê de bihêlin û poşmaniyê ferz bikin hatine avakirin. Ev deste dema ku bi periyodên diyar dicivin, heqê aramiyê distînin. Yanî rewşa peretî jî û mekanîzmaya feydeyê jî di heman demê de ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar